Parlamena Yekîtiya Ewrûpayê (YE) dagirkeriya dewleta Tirk bi tundî şermezar kiribû; hin dewletên Ewrûpayê firotinên nû yên sîlehan betal kirin, hinekan bi temamî firotina sîlehan rawestandin. Elmanyayê helwêst û stratejiya YE´yê bi awayê herî baş nîşan da. Eşkere got, em dagirkeriya Tirkiyeyê weke li dijî hiqûqa navneteweyî dibînin, lê li YE´yê ji bo ambargoya sîlehan li ser Tirkiyeyê neyê ferzkirin jî ew xwe rijd dike. Wezîra wê ya Bergiriyê Annegret Kramp-Karenbauer behsa hêzeke navneteweyî ji bo parastina xelkê li herêmên dagirkirî û gefa dagirkirinê li ser dikir, wezîrê wê yê karê derve diçû Tirkiyeyê, hem pişta Tirkiyeyê digirt û hem jî digot wezîra me kelavajiyan dibêje.
Ev helwêsta Elmanyayê siyaseta YE´yê hemûyî jî nîşan dide. YE´ya ku bi parlamena xwe dewleta Tirk şermezar kir, pêr biryar da ku 600 milyon euroyan di çarçoveya peymana penaberan de bide Tirkiyeyê. Ev alîkariya hanê gefên Erdogan ên qirkirinê tîne bîra me; wî digot, ew ê bi alîkariya madî ya ji derve, xaniyan ji bo çete û malbatên wan li Rojavayê Kurdistanê çêke û 2 milyon Ereban li Kurdistanê bi cih bike. Heger vê bike, YE bi awayekî eşkere şirîkê vê qirkirinê ye, heta belkî ew bi xwe pirr razî ye ji vê qirkirinê.
Hevserokê TEV-DEM´ê Xerîb Hiso îro di rojnameya me de jixwe dibêje, gava tenê gotin bin, ti gava pratîkê nebe, maneya vê ew e ku dewlet (YE jî di navê) bêdeng in ji qirkirinê re û heta dibêjin Tirkiyeyê, de here lêxe. n BRUKSEL