HRE´ê bîlançoya Berxwedana Serdemê ya Efrînê ya sala 2019´an eşkere kir û got, di 252 çalakiyan de 135 jê ji artêş û îstîxbarata Tirk, bi temamî 621 dagirker hatine kuştin.
Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bîlançoya şer a sala 2019’an eşkere kir. HRE´ê ragihand ku şervanên wê di sala 2019´an de bi 252 çalakiyan 621 dagirker kuştine.
HRE´ê bi daxuyaniyeke nivîskî bîlançoya şer a a li Efrîn, Til Rifet, Şehba û derdora wê ya sala 2019’an eşkere kir.
HRE’ê got, “Hêzên me, bi armanca domandina berxwedana dîrokî a Efrînê û rizgarkirina xaka xwe ji dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê, sala 2019’an çalakî û operasyonên xwe dewam kirin. Di nava salê de hêzên me gelek derbên giran li çete û leşkerên artêşa dagirker dan.”
HRE´ê piştre bi hejmaran bîlançoya şer li Efrîn, Şehba û derdora wan wiha eşkere kir: “Hêzên me sala 2019´an li hember artêşa dagirker û komên çete yên li Efrîn û navçeyên wê, herêma Şehba, Til Rifat, Bab, Ezaz, Marê û gundewarên wan bi giştî 252 çalakî li dar xistin. Di van çalakiyan de:
- 621 çete û leşker û her wiha endamên MÎT’ê hatin kuştin. Ji van 486 kes ji komên çete, 135 kes ji artêşa dagirker û sîxurên MÎT’ê ne.
- 455 çete, leşker û endamên MÎT’ê hatin birîndarkirin. Ji van 338 kes ji komên çete, 117 kes ji artêşa dagirker û her wiha sîxurên MÎT’ê ne.”
Bêhtirî 20 serçete û serbazî hatin kuştin
HRE´ê got, bi qasî ku wan kariye zelal bikin, zêdetirî 20 kes serçete û serbazên artêşa Tirk a dagirkeran hatine kuştin.
HRE´ê ji bo sîlehên desteserkirî jî got, “Hêzên me di van çalakiyan de bi giştî; 35 çekên AK-47, 175 şarjorên AK-47, 1 çeka sekvaniyê, 1 çeka M-240, 1 çeka RPK, 8 çekên BKC û alavên wê, 3 roketavêjên RPG-7 û alavên wê, 15 rext, 10 dûrbîn, hejmarek amûrên peywendiyê, dokumanên rêxistinî û alavên leşkerî desteser kirin.
Di heman demê de 55 çek û seyareyên leşkerî ku tang, seyareyên zirxî, motor û çekên giran jî di nav de ne, hatin rûxandin.”
9 şervan şehîd bûn
HRE´ê da zanîn ku sala 2019’an artêşa Tirk herî kêm 120 êrişên hewayî, 15 êrişên bejahî birine ser herêmên sîvîl yên Şehba û Til Rifatê ku koçberên Efrînê lê dimînin. HRE´ê got, artêşa dagirker bi topbarandina li gundewarên herêmê ziyanên madî kirine li milk û zeviyên xelkê.
Ji bo şehîdan jî, HRE´ê got, di encama êrişên artêşa dagirker ên bi top, balafirên şer û balafirên bêmirov de 9 şervanên wan şehîd bûne.
NAVENDA NÛÇEYAN