Li Qamişloyê, şerê pêr danê sibehê di navbera hêzên Asayîşê û rejîmê de destpê kir, heta doh danê sibehê dewam kir. Şerê ji ber provokasyon û êrîşa hêzên rejîma Sûriyeyê li Qamişlo rûdayî, bi destwerdana Asayîşê û YPG'ê dewam dike. Hêzên rejîmê derbên giran xwarin, 18 leşker hatin kuştin û 67 leşker jî teslîmî Asayîşê û YPG'ê bûn.

Hêzên Rejîma Sûriyeyê yên bi navê Dîfa Wetenî 19’ê Nîsanê li nava bajarê Qamişlo şervanekî YPG’ê girtin û ew şandin Şamê. Di 20’ê Nîsanê de jî li nava sûka Qamişlo 2 endamên trafîka bajar girtin. Heman rojê saet di 10.00’an de koma Dîfa Wetenî li Çerxerêya Sebeh Behrat êrîşî dewriyeyeke Asayîşa Qamişlo kir û di encamê 2 endamên Asayîşê jiyana xwe ji dest dan. Di êrîşê de her wiha 3 sivîlên ku yek ji wan zarok e jî jiyana xwe ji dest da.


YPG’ê dest werda bûyerê

Li ser vê yekê hêzên Asayîşê pêr saet di 11.00’an de mudaxele kir û şer qewimî. Piştî ku şer li gelek nuqteyên di bin kontrola rejîmê de belav bû, hêzên YPG’ê jî mudaxele kir.

Tevahiya rojê, li taxên Wista û Bişêriyê yên li nava bajêr, herêma sûkê ku rejîm wekî 'Çargoşeya ewlekariyê' bi nav dike û taxa Alaya ya li rojhilatê bajar, şerekî dijwar qewimî. 

Firineke nan a li taxa Siyahî jî di nav de, di vî şerî de çend nuqte ji destê rejîmê hatin girtin. Li gorî agahiyên ji çavkaniyên Asayîşê hatine bidestxistin, di şer de 18 endamên hêzên rejîmê hatin kuştin, gelek ji wan birîndar bûn û gelek jî hatin girtin. Dîsa gelek wesayîtên hêzên rejîmê hatin rûxandin.


Girtîgeh ket bin kontrola YPG’ê

Hêzên Asayîş û YPG’ê dor li girtîgeha Elaya ya li rojhilatê bajarê Qamişlo girt. Li aliyê din 18 girtiyên li girtîgehê jî ji bo lêkolînê birin Asayîşa Qamişlo. Di encama şerê li vir qewimî de girtîgeha Elaya ket bin kontrola hêzên Asayîş û YPG’ê. 22 leşkerên rejîmê ku li girtîgeha Elaya çekdar bûn, teslîmî hêzên Asayîş û YPG’ê bûn.

Li gorî vê ji bilî 7 leşkerên pêr bi şev û 2 leşkerên doh serê sibehê teslîm bûyî, doh danê nîvro jî 36 û danê êvarê jî 22 leşkerên rejîma Sûriyeyê teslîm bûn. Li gel leşkerên dawî hejmara leşkerên ku teslîm bûne, gihişt 67’an.

Li aliyê din, hêzên rejîmê doh danê nîvro êrîşî benda kontrolê ya Asayîşê ya li xaçerêya Wehdê kirin. Li ser bersiva hêzên Asayîşê şer destpê kir û ev şer hînê dewam dike.


Rejîmê malên sivîlan topbaran kirin

Hêzên rejîmê piştî ku derbên giran ji hêzên Asayîş û YPG’ê xwarin, ji balafirgeha Qamişlo malên sivîlan ên li taxa Elaya topbaran kirin. Di encama topbaranê de jinekê jiyana xwe ji dest da û 20 sivîl jî birîndar bûn. Hate ragihandin ku ji ber topbaranê welatiyên sivîl ji malên xwe derketin û berê xwe dan cihên bi ewle.

Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, heta niha di encama şer de ku li Qamişlo gewimî, 4 endamên Asayîşê, yek ji wan zarok 4 sivîlan jiyana xwe ji dest da û 4 endamê asayişê û 27 sivîl jî birîndar bûn.  


 ANHA/QAMIŞLO