Di daxuyaniya ku di malpera fermî ya YPG’ê de hate weşandin de, bal hat kişandin ku çeteyan ji Iraq û gelek herêmên Suriyê hêzeke mezin û çekên giran anîne, lê heta niha hemû êrîşên wan hatine şikandin û nekarîne pêş bikevin. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku çeteyên nikarin pêş bikevin hinek welatiyên ereb bi hovanî kuştine, her wiha li Rabîayê jî êrîş pêk aniye.


Şerê giran didome

Daxuyaniya YPG’ê wiha ye: Êrêşîn ku çeteyên DAIŞ’ê di 19’ê tebaxê de li herêmên Cezaa, Bêgara, Hemedan, Zerga û Arcê dabûn destpkêkirin, di roja 4’emîn de didomin. Çeteyan ji herêmên cuda yên Iraqê, ji herêma Hol, Dêra Zor û cihên din ên Suriyê hêzên takviye, çekên giran/teknîk aniye û dixwazin bi alîkariya van çekan pêş bikevin, her wiha hewl didin ku bi vî rengî bigihîjin armancên xwe. Li hemberî van êrîşan hêzên me yên YPG’ê berxwedaneke destanî nîşan daye û ev berxwedan di roja çaremîn de li hemû eniyan didome."

Berxwedana YPG´ê

YPG derbarê pevçûnan de ev agahî dan: "Ji 21 Tebaxê ve li hemû eniyan pevçûn bi dijwarî berdewam dikin. Hêzên çeteyan tevî takviye û çekên giran ên ku ji Iraq, Dêra Zor û gelek cihên din aniye jî, nikarin pêş bikevin. Çeteyên ku heta niha ji êrîşên xwe tu encam negirtine, li herêmê hinek welatiyên ereb jî bi hovane qetil kirine. Li hemberî van êrîşên hovane, di çarçoveya hemleya berxwedanê ku YPG dimeşîne de, ev encam hatine girtin:
* Di pevçûnên ku li gundên Cezaa û Bêgara bênavber dom dikin de, 50 endamên çeteyan ku hêzên me tespît kirine, hatine kuştin. Dîsa şevê din ji saet 01.00 heta serê sibehê saet 05.00’an hemû êrîşên çeteyan piştî pevçûnên dijwar hatine şikandin. Di van pevçûnan de 18 çeteyên ku hatine tespîtkirin hatine kuştin, cenazeyên 2 endamên çeteyan jî tevî çekên wan û gelek madeyên teqemeniyê ketine destpê hêzên me. Çeteyek ji vana pisporê sabotajê ye û ji Holê bi taybet hatiye şandin.
* Di pevçûnan de heta niha, tangek û 4 wesayîtên aydê çeteyan hatine rûxandin.
* Di çarçoveya vê berxwedana ku hêzên me dimeşînin de, gundê Migrênat ji çeteyan hatiye rizgarkirin û 4 endamên çeteyan bi saxî hatine girtin.
* Hêzên me li hemberî çeteyên ku li gundê Arcê bicîh bûne êrîşek pêk aniye. Di vê êrîşê de çeteyan windahî dane, lê hejmara mirî û birîndarên wan nehatiye zelalkirin.
* Çeteyên ku di êrîşên xwe yên li Cezaa û derdora wê de biser neketin, li bajaroka Rabîa ya girêdayî bajarê Musilê yê Iraqê êrîş pêk anî. Lê ev êrîş jî ji aliyê hêzên me ve hatiye şikandin. Li vir wesayîteke çeteyan ku doçka li ser bû hatiye rûxandin. Dîsa li Rabîayê cebilxaneya çeteyan îsabet girtiye û ruxyaye.
* Di pevçûnên ku tevahiya rojê dewam kir de rêhevalekî me bi lehengî şer kiriye û şehît bûye, 6 hevalên me jî birîndar bûne. 

NAVENDA NÛÇEYAN