Xelkê Mexmûrê ev 68 roj in dor lê girtiye û ambargoya rêveberiya Herêma Kurdistanê li ser e. Li aliyê din berxwedana Dayikên Aşitiyê yên Mexmûrê li dijî ambargo û dorpêçê di roja 23’an de ye.
Piştî bûyera 17’ê Tîrmeha 2019’an a li restoranta Hoqqabaz a Hewlêrê ku têde yek ji berpirsê MÎT’a Tirk Osman Kose hate kuştin û şûnde bi destê asayîşa PDK’ê û rêveberiya hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser Wargeha Penabaran a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) hatiye danîn û rê nayê dayîn nexweş jî di nav de ti kes ji wargehê derbasî bajarên Herêma Kurdistanê bibin.
Tevî hemû hewldananên Meclîsa Gel a Demokratîk û Saziya Têkiliyên Karê Derve ya Wargehê heta niha ti bersivek erênî ji aliyê rayedarên hikûmeta herêma Kurdistanê ve nehatiye dayîn.
Nahêlin kes serdana dayikan bike
Li aliyê din ji bo rakirina vê dorpêç û ambargoyê Dayîkên Aştiyê yên Wargeha Panaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) tevî şert û mercên dijwar jî 23 roj in li benda kontrolê ya PDK’ê ya di navbera Hewler û Mexmûrê de di çalakiyê de ne. Dayikên Aştiyê yên Mexmûrê şev û roja xwe li wir derbas dikin.
Heta niha rayedarên hikûmeta Herêma Kurdistanê ti bersivek nedane dayikan. Tevî hemû astengiyan jî dayik çalakiya xwe didomînin. Dayikên Aşitiyê dibêjin ku heta daxwazên wan pêk neyê ew ê çalakiya xwe bidomînin.
Hêzên asayîşê yên li benda kontrolê destûr nadin ku kesek serdana dayikan bikin û li gel dayikan hevdîtinê pêk bînin.
MEXMÛR / ROJNEWS