Balafirên şer ên Artêşa Tirk piştî hevdîtina Serokwezîrê Tirk Tayyîp Erdogan û Serokdewletê DYA’yê George Bush a di 5’ê mijdara 2007’an de pêk hat şûnde Herêma Parastina Medyaya bênavber tê bombebarankirin. Heta niha gelek Kurdistanî di bombebaranê de şehîd ketin. Balafirên şer herî dawî 14’ê çileyê de 3 saetan bênavber qadên gerîla bombebaran kirin.
AKP û artêşa têkçûyî
HPG’ê dar barê bombebaranê de daxuyanî da. HPG’ê diyar kir ku Artêşa Tirk teknîka herî pêşketî bi kar tîne û wiha hat gotin: “Artêşa ku serhildana gelê me ya ber bi serkeftinê ve dimeşe hezim nake û li dijî stratejî û textîkên gerîlayan têkçûye, di şert û mercên herî zehmet yên zivistanê de teknîkên herî pêşketî bikartîne û êrîşên hewayî pêk tîne.”
HPG’ê destnîşan kir ku êrîşên li dijî Tevgera Azadiyê û hêza wê ya parastinê HPG’ê zêdebûneû wiha berdewam kir: “Konseptên nû yên înkar û îmhayê bi durûtî bênavber berdewam dike. Artêş û hikûmeta AKP’ê ku plan dike di sala 2013’an de jî dagirkeriya li Kurdistanê hîn zêdetir bike. AKP û artêşa wê ku di sala 2012’an de li hemberî hêza gerîlayên me têk çû, hewl didin ku bi êrîşên hewayî yên zêde û bigotinên aştiyê yên durû, propagandayên sexte yên medyaya şerê taybet encamê bigirin. Êrîşên ku di vê çarçoveyê de derketin encamên vê yekê ne.”
Êrîşa hewayî pêk anîn
HPG’ê ragihand ku balafirên şer di 14’ê çileyê de li dijî Herêmên Parastina Medyayê êrîşên hewayî hatine pêkanîne û wiha pêde çû: “Di encama bombebaranê de 3 hevalên me bi giranî birîndar bûn û ligel hemû mudaxaleyê hersê hevalên me şehîd ketin. Di encama êrîşan de 7 rêhevalên me şerkerên azadiyê gihane şahadetê. HPG li hemberî vê komkujiyê bêdeng namîne û dê mafê xwe yê bersivdayînê bi kar bîne.” HPG’ê destnîşan kir ku nasnameyên gerîlayên şehîd ketine di rojên pêş de ji raya giştî re aşkera bikin.
ANF/BEHDÎNAN