Aktîvîstên Elman ji bo balê bikişînin ser rewşa 7 hezar girtiyên li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de, li gelemperiya Elmanyayê dest bi kampanyayeke mezin a daliqandina afîşan dikin.

Kampanya daliqandina êrişan ji aliyê Tevgera Femînîst û Tatort Kurdistan (Cihê bûyerê Kurdistan) ve tê organîzekirin. Çalakger wê balê bikişînin ser 7 hezar girtiyên ku li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ne.

Aktîvîstên Elman, 25’ê Nîsanê roja Pêncşemê weke “roja çalakiyê” ragihand û wan diyar kir, ku ew ê ji niha ve afîşên li ser 7 hezar girtiyên di greva birçîbûnê de, Leyla Guven û tecrîdkirina Ocalan li gelemperiya Elmanyayê daliqînin. Li ser afîşan wê sloganên “Em dawî li bêdengiyê bînin”, “Dengê zindanan bibihîzin” û “7 hezar kes li dijî tecrîdê” bên nivîsandin. Ev afîş û pankart wê li meydan, kolanan, deverên cemaweriyê, wesayît, bisiklet, şaneşînan û li ser daran bên daliqandin.

Saziyên organîzartorê kampanyayê, bang dikin û dibêjin, “25’ê Nîsanê bê afîş nemînin, hûn dikarin xwe bigihînin me û afîşa xwe peyde bikin.” Saziyan bang li alîgirgên demokrasî û mafên mirovan kir da ku roja Pêncşemê afîşan daliqînin û got, “Me dengê berxwedanê bihîst û em dixwazin vî dengî belav bikin.” Saziyên amadekar destnîşan dikin ku armanca wan ew e ku Yekîtiya Ewrûpa (YE), Konseya Ewrûpa (KE) û Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê (CPT) bixin nava liv û tevgerê.

Aktîvîstên kampanyayê ji kesên ku afîşan daliqînin dixwaze ku wêneyê çalakiya xwe bikişînin û li ser medya civakî biweşînin. Yên bixwazin dikarin wêneyên xwe bişînin van navnîşanan jî:

Signal / Whatsapp / Telegram: +49 177 138 0767 E-mail: 7000gegenisolation@riseup.net Twitter / Instagram: #7000gegenIsolation                  

 

 ANF / BERLÎN