Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên dawî yên gerîla û operasyonên artêşa Tirk daxuyaniyeke nivîskî weşand û ev agahî da:
“* Roja 4’ê Tebaxê saet di 13:00 de, hêzên me li hemberî panzerek di nava konvoya leşkerî ya ji qereqola Oremarê diçû qereqola Sînewa, çalakiya sabotajê pêk anîn. Di encamê de derb li panzerê hat xistin. Hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatiye zelalkirin.
* 2’ê Tebaxê saet di 23:00 de, komek ji hevalên me dema li bejahiya Mûşê bi erka xwe radibûn, li nêzî gundê Kijlakomê rastî leşkerên artêşa Tirk hat û şer derket. Di vî şerî de 6 leşker hatin kuştin, 2 leşker jî birîndar bûn. 2 gerîlayên me yên bi lehengî şer kirin, şehîd ketin. Artêşa TC piştî vî şerî li qada Karasû Mûratê dest bi operasyonê kirin. Her wiha li gundên Kasor, Horang û Gavanê jî leşkeran bi zorê li nava malan lêgerîn kirine. Leşkeran wekî din gule li wesayîteke sivîl reşandin û sivîlek birîndar kirin.
* 2’ê Tebaxê li herêma Apê Mûsa ya li navçeya Amed Licê, artêşa TC operasyon da destpêkirin. Di vê çarçoveyê de artêşa Tirk obus û hawan avêt derdora gundên Cahît, Şelê, Şabek û quntarên Qilê Boa û Kuçuk Taşlikê. Ji ber bomberdûmanê şewat li herêmê derket.
* 4’ê Tebaxê saet di 22:00 de hêzên me li hemberî xeta înternetê û stasyona bazê ya Vodafone ya li gundê Pfiyan ê navçeya Bedlîs Xîzanê çalakiya sabotajê kirin û di encamê de îmha kirin.
* Hêzên me, roja 4’ê Tebaxê li hemberî girekî li nêzî gundê Penabut ê navçeya Qers Qaxizmanê ku artêşa TC lê bi cih bûbû, çalakiya sûîqestê kirin. Di encamê de leşkerek hat kuştin.”
Nasnameya 3 gerîlayan din
HPG’ê çend roj berê dabû xuyakirin ku li Şemzînanê 5 gerîlayên wan jiyana xwe ji dest dane û ji wan nasnameyên 2 gerîlayan hatibû eşkerekirin. Agahiyên 3 şervanên din jî doh ji alî HPG’ê ve hatin parvekirin.
HPG’ê dabû xuyakirin ku di operasyona artêşa TC de ku 29’ê Tîrmehê li qada gundên Serero û Bêtkarok û Şapatanê yên girêdayî navçeya Şemzînan a Colemêrgê destpê kir û 2’ê Tebaxê bi qismî vekişiya, bi giştî 5 gerîla jiyana xwe ji dest dane.
Her wiha di daxuyaniyê de diyar kir ku di çalakî û şer de ku zêdetirî 36 leşkeran hatin kuştin, yekîneyên operasyonê ti encam bi dest nexistine. Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi bîr xist ku di vê operasyonê de nasnameyên 2 gerîlayên xwe ragihandibûn, têkîldarî 3 gerîlayan jî agahiyên bi detay parve kir.
Di daxuyaniyê de hate eşkerekirin ku ji gerîlayên jiyana xwe ji dest dane Evîndar Cûdî berê di xebatên Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê de cihê xwe girtibû.
Nasnameyên gerîlayên ku jiyana xwe ji dest dane wiha ne:
Nasnav: Arjîn Elefterya
Nav û Paşnav: Kamer Kirmizigul
Cihê Jidayikbûnê: Colemêrg
Navê Dayik û Bav: Besna - Cebraîl
Dîrok û Cihê Şehadetê: 31’ê Tîrmeha 2016’an / Colemêrg
Nasnav: Evîndar Cûdî
Nav û Paşnav: Evîndar Îzer
Cihê Jidayikbûnê: Şirnex
Navê Dayik û Bav: Halîme - Mehmet
Dîrok û Cihê Şehadetê: 2’yê Tebaxa 2016’an / Colemêrg
Nasnav: Şevger Welat
Nav û Paşnav: Emrah Bayhar
Cihê Jidayikbûnê: Wan
Navê Dayik û Bav: Hayriye - Sîracettîn
Dîrok û Cihê Şehadetê: 1’ê Tebaxa 2016’an / Colemêrg
NAVENDA NÛÇEYAN