Li bajarê Dihokê û navçeyên derdorê wê kampanya îmzayan kû di 1’ê Hezîranê de hatibû destpêkirin bi awayek serkeftî derbaz dibe. Heta niha li Dihok û derdorê wê 70 hezar îmza hatine komkirin.

Di çarçoveya kampanya ji bo ‘Azadiya Ocalan û Girtiyên Siyasî’ li seranserê Herêma Kurdistanê jibo komkirina 1 milyon îmza di 1’ê Gulanê de hatibû destpêkirin bilez û bes ber bi armanca xwe ve diçe. Bi vê armancê 1’ê Hezîranê li bajarê Dihokê û navçeyên derdora wê kampanya îmzayan bi pêşengiya Ciwanên Welatparêzên Kurdistan, Partiya Çareseriya Demokrata Kurdistan (PÇDK) û Rêksixtina Jinên Azadîxwazên Kurdistan (RJAK) ve hate destpêkirin. Li gorî agahiyên kû ji komîteya kampanya îmzayan ya bajarê Dihokê hatine standin, heta niha li navenda bajarê Dihokê, navçeyên wê Zaxo, Amêdiyê û Sêmêlê heta niha 70 hezar îmza hatine komkirin. Komîtê da zanîn kû eleqeya gel ji kampanyê re başe û bang kirin kû hemû gelê devera Dihokê beşdariya xwe ji kampanyayê re bide çêkirin.  

Ji nûnerên partiyan destek

Heyeta ji Komîteya Kampanyaya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin di nav de Elî Marûf, Ebdulwehab û Zara hebûn di çarçoveya komkirina îmzayan de li Silêmaniyê çûn serdana nûnertiyên sê partiyên Kurd ên Rojava. Di serdanê de nûnerên her sê partiyan ji bo azadiya Ocalan îmze avêtin û azadiya Ocalan weke mifteya çareseriya pirsgirêka Kurd bilêv kirin.
Nûnerê Partiya Çep a Demokrat a Kurdên Sûriyeyê Şelal Gedo ji bo azadiya Ocalan îmze avêt û nêrînên xwe wiha anîn ziman: "Ez vê kampanyaya ji bo Birêz Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin weke tiştekê pîroz dibinim û pêwîste her Kurdek bi van hestan beşdariya vê kampanyê bibe û weke peywirekekî xwe bibîne. Ji ber ku azadiya Birêz Ocalan ne tenê ya gelê Kurd, azadiya tevayî gelên Rojhilata Navîne. Bi van hestên welatparêzî min ji bo azadiya Birêz Ocalan îmze avêt û hêvidarim di demek kin de ji zîndanê azad bibe."
Nûnerê Partiya Çep a Kurd a Sûriyeyê Fethullah Husên kampanya weke gavek girîng nirxand û wiha got: “Ev kampanya ji bo azadiya Birêz Ocalan hatiye destpêkirin gavek girîng û mezin e. Azadiya Ocalan xala herî girîng a çareseriya pirsgirêka Kurd e. Ji ber vê yekê ze bi keyfxweşî û serbilindî ji bo azadiya Ocalan îmzayê diavêjim."
Nûnerê Partiya Demokrat a Kurd a Sûriyeyê Hoşeng Derûyş jî diyar kir ku gava komkirina îmzayên ji bo azadiya Ocalan hatiye destpêkirin girîng e û wiha got: "Ev kampanya kar û xebatek pîroz e. Ji bo vê jî em wek Partiya Demokrat a Kurd a Sûriyeyê bi keyfxweşî û serbilindî ji bo azadiya Birêz Ocalan îmza davêjîn. Ji ber ku azadiya Ocalan hem çareseriya pirsgirêka Kurd hem jî çareseriya pirsgirêka gelên Tirkiyê û pirsgirêka di navbera serhildêrên Parka Gezî û Hikumeta AKP’ê de ye."

DIHOK/SILÊMANÎ