Piştî ku hêzên YPG/YPJ’ê operesyonên xwe yên li ser xeta sînor dest pê kirin û çeteyên DAIŞ’ê ji herêma rojavayê bajarê Serêkaniyê heya rojhilatê Ezazê, Girê Spî, Cerablus, Kobanê di nav de derxistin, di nav salekê de serweriya DAIŞ’ê ji sînorê di navbera Sûriye-Tirkiyeyê ji 250 km daket 70 km’yî.

Beriya van têkçûnan DAIŞ bi hezaran çeteyên xwe ji welatên Ereban, Amerîka, Ewropa, Australia, Africayê û Tirkiyeyê dianîn û derbasî Sûriyeyê dikirin. Her wiha çeteyan sînor weke riyeke derbaskirina çek, cebilxane, alavên leşkerî û hwd. bikar dianîn.


‘Sînor ji DAIŞ’ê re serbest berdaye’

Tirkiye sînorê bi Rojava re asê kiriye, ji DAIŞ’ê re serbest berdaye

Çavkanî û şahidên Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê ragihandin ku Tirkiye bi qasî ku sînorê xwe li deverên beramberî herêmên serweriya hêzên Kurdî asê kiriye, sînorê xwe bi DAIŞ’ê re serbest berdaye. Çavkaniyan diyar kirin ku li dirêjahiya 70 km’yî bi tenê çeteyên DAIŞ’ê sînor kontrol dikin.

Di demên dawiyê de Tirkiye li ser sînorê xwe bi herêmên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk re, bi dehan sivîl bi guleyan şehîd xistin.

 Çalakvanên Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan destnîşan kirin ku Tirkiye 3 nuqteyên sînor ên nefermî bi DAIŞ’ê re vekiriye û ev agahî dan: “Her nuqteyek ji van ji hin aliyan re vekirîne. Nuqte wiha ne:

*  Nuqteya sînor ê leşkerî. Nêzî gundê Hilwaniyê yê rojavayê Cerablusê hatiye vekirin. Di vî derî re alavên leşkerî, lojistîk, cebilxane û pêwîstiyên dermankirina çeteyan derbas dibin. Tê gotin komeke pispor a girêdayî serçeteyên rêxistinê li ser vî derî yî radiwestin.

*  Nuqteya sînor ê derbaskirina çeteyan û weke nuqteya derbasbûnê ya Bab El-Lêmûn tê nasîn. Nêzî gundê Hacî Welî heya gundê Bab Lêmûn yê bakurojhilatê Helebê hatiye vekirin. Çeteyê ku di vî derî re derbasî Tirkiyeyê dibin bi alîkariya qereqolên Tirkiyeyê yên li ser sînor û haya wan derbas dibin.

*  Nuqteya sînor a derketina sivîlan ji herêmên DAIŞ’ê ye. Ev nuqte li nêzî gundê El-Şêx Yaqûb, Eyaşa û El-Raî yên bakurojhilatê Helebê hatiye vekirin. Di demên dawiyê de leşkerên Tikr derketina sivîlan ji van herêman asteng dikin. Çavkaniyên navendê ev yek vegerandin lehvekirineke di navbera hêzên Tirkiye û çeteyan de”. 


 NAVENDA NÛÇEYAN