Li navenda Çand û Hunerê ya bajarê Tibespiyê Saziya Zimanê Kurdî (SZK) ya bajêr bi şahiyekê perwerdeya 70 şagirtên ku di perwerdeyeke taybet ji bo mamostetiya zimanê Kurdî re derbas bûbûn û 3 meha berdewam kir, bi dawî kir. Şahî bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre Hevserokê Meclîsa Gel a bajarê Tirbespiyê Nûredîn Şakir derbarê girîngiya fêrbûna zimanê Kurdî û rola wê di şoreşa Rojavayê Kurdistanê de axivî. Her wiha rola SZK’ê di fêrkirina zimên de pê rabûye spas kir. Rêveberê SZK’ê yê bajarê Tirbespiyê Kanî Zelal jî diyar kir ku ew ji 2 salan ve ji bo pêşxistina zimanê Kurdî dixebitin. Her wiha da zanîn ku wan bi dehan mamoste amade kirine û niha di dibistanên fermî de zimên perwerde dikin. Piştre şahî bi stran û dîlanê folklorî berdewam kir. Di dawiya şahiyê de bawername li şagirtan hate belavkirin.
ANHA/TIRBESPIYÊ