Di çarçoveya Operasyona Şehîd Fermandar Feysel Ebû Leyla de Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê gav bi gav ber bi navenda bajêr ve diçin. Di vî şerê li hemberî çeteyan de her wiha rojane bi sedan sivîl ji zilma çeteyan rizgar dikin. Doh jî 750 sivîl ji herêmên Xaçerêyên El-Rabîta, Dele û taxa Keclî ku cihê şer in, birin cihên ewle.
Çete her kesî dixin armanc
Çeteyên DAIŞ’ê ku li Minbicê hatine dorpêçkirin, wekî din her kesa ku hewl dide ji mala xwe derkeve hedef digire.
Emîne El-Elî yek ji jinên ku ji aliyê şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ve hatiye rizgarkirin a ji taxa El-Keçelî ye. Ew dayika 9 zarokan e. Dema ku hewl dida ji taxê derkeve û xwe bigihîne, herêmên ewle yên di kontrola Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê de, bi guleya sekvanên çeteyan ji lingê xwe birîndar bûye.
Emîne diyar kir çeteyên DAIŞ’ê her kesa ku ji mala xwe derdikeve hedef digirin, tevî ku ew ji bo peydekirina pêdiviyên xwe derketibin jî û weha dewam kir: “Zarokên me birçî bûn û me nikarî şîr ji wan re peyda bikin.”
Emîne ku beriya ku ew bê rizgarkirin, ew di jêrzemînekê de asê mabû û çend rojan li wir mabû. Piştre şervanan ew rizgar kirin û gihandinên herêmên bi ewle.
Çete malên sivîlan dişewitînin
Çeteyên DAIŞ’ê li Minbicê malên sivîlan jî dişewtînin. Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê pêşketina xwe ya ber bi navenda bajêr ve kolan bi kolan didomînin. Lê belê çeteyên dor li wan girtî, ji bo karibin xwe ji derbên hewayî biparêzin, agir bi malên sivîlan dixin û tekeran dişewitînin. Ji ber vê yekê niha dûman bi ser bajêr ketiye.
MINBIC