Yekîtiya Jinên Sosyalîst a Fransayê daxuyaniyeke nivîskî da, ji bo jinên şoreşger Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylamez ku li Parîsê hatibûn kuştin dadmendî xwest. Di daxuyaniyê de banga, “Di salvegera 4’an de ji bo komkujên komkujiya Parîsê derkevin holê û dadmendî pêk were, ji bo ku li dijî komkujiyên li Kurdistanê û Tirkiyê dengekî xurt ê, ‘’NA’’ em derxînin, em bang li hemû jinên koçber ên li Ewropayê dikin ku 7’ê Çile li Parîsê bicivin.“ Di daxuyaniyê de ji bo jinan hate gotin, ‘’Ew  bûne nûnerên têkoşîna azadiya jinê ya ku mezin dibe û ji paşeroja ber bi paşerojê bûye pir.’’


PARÎS