Di deriyê Nisêbînê yê di navbera Bakur û Rojavayê Kurdistanê de Heyva Sor a Kurdistanê 8 ambulans tevî dermanan, 3 kamyon alîkariyên wekî cil û berg, pêlav û erebeyên seqetan radestî Komeleya Heyva Sor a Kurd ya Rojava kir û derbasî bajarê Qamişlo bûn. Saziya IMPR (Navenda Rojhilata Navîn a navnetewî ya alikariyan) ji bo Rêxistina Alîkarî û Geşkirinê ya Rojava 5 kamyon dermanên paqijkirinê şandin. Rêxistina Rojava wê 2 hezar û 340 pakêt dermanên paqijkirinê ji bo Kampa Newroz ya li Dêrikê re bişine.

ANHA/QAMIŞLO