
Koordinasyona Giştî ya YPS’ê têkildarî şer û pevçûnên rojên dawî yên li qadên berxwedanê bi sernavê, “Ji bo gelê me yê welatparêz û raya giştî ya demokratîk’ daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku dewleta Tirk bi rê û rêbazên cuda hewl dide rastiya şer û pevçûnan, rêbaz û çekên bikar tîne, her wiha wendahiyên dide veşêre. Di daxuyaniyê de ev helwest mîna “hewldana veşartiran tevkujiyê’ hate binav kir û hate diyarkirin ku ji bo vê yekê medyaya şerê taybet hatiye wezîfedar kirin.
Têkildarî rewşa du rojên dawî de wiha hate gotin: “Du rojên dawî li Nisêbîn, Şirnex û Geverê hêzên ber biçav û hebûnên veşartî yên dewletê êrîşên xwe yên li ser qadên berxwedanê domandin. Bomberdumana hêzên dewletê ya bi tank û çekên girêdayî teknîkê ya li ser qadên şer berdewam e. Di vê pêvajoyê de gelek çalakiyên biçûk û mezin ên li qadên berxwedanê li dij êrîşên hêzên dewletê pêk hatin wê di demên pêş de dema agahî gihiştin ber destê me bi raya giştî re werin parve kirin.”
Di daxuyaniyê de hat eragihandin ku li gor agahiyên destpêkê di çalakiyên du rojan de 6 endamên hêzên taybet hatine kuştin, yek jî birîndar bûye. Dîsa di çalakiya de 2 endamên DAIŞ‘ê mirine 2 jî birîndar bûne. Her wiha di çalakiyan de balafirên keşfê yên bi tîpê dronê hatine xistin. Her wiha wesayitên zirxî yên kobra, tank û hwd bi çalakiyên bi bandor hatine rπuhandin û darbkirin lewra neçarî paşve kişînê mane. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku şervanekî YPS’ê yê di şer de birîndar bûye tevî hemû hewldanan jiyana xwe ji dest daye.
Herêm bi herêm rewş
Di daxuyaniyê de têkildarî çalakî û rewşa herêmên berxwedanê Nisêbîn, Şirnex û Geverê de yek bi yek çalakî hatin rêz kirin:
NISÊBÎN: Li navçeyê di 30’ê Adarê de li taxa Koçeran saet di 12:00’an de hêzên taybet ên xwestin bikevin taxê bûn hedefa şervanên YPS-JIN û di encamê de edamekî JOH mir. Piştî rojekê dîsa li heman taxê hewldana ketina taxê ji aliyê YPS-JIN ve hate şikandin û di encamê de endamekî POH hate kuştin, yek brîndar bû.
Di 31’ê Adarê de saet 10:30’an de li taxa Koçeran li herêma Weysîkê balafireke Drone hate xistin. Li heman taxê piştî rojekê tîmê taybet ê doçka bikar dianî hate kuştin. Li heman taxê çalakiyeke sabotajê pêk hat lê belê encamên wê hêna zelal ne gihiştine ber destê me.
Dîsa di 31’ê Adarê de li taxa Koçeran 20 çeteyên AKP’ê yên ketin nav tevgerê bûn hedefa YPS-JIN û bi çeka roketatar hatin xistin. Hejmareke zêde ya mirî û birîndara heye lê belê dema agahiyên berfireh ketin destê me emê bi we re parve bikin.
GEVER: Di 31’ê Adarê de çeteyekî Qesrê yê ji bo sûîkastan li avahiyeke bilind hatibû bicîh kirin ji aliyê hêzên me ve hate kuştin. Di heman rojê de li taxê Cumhuriyet, Gungor û Ormanê de şer û pevçûnên dijwar pêk hatin. Li taxa Kişla û Cumhuriyetê dema daxuyanî dihate amade kirin hêna berdewam dikirin. Di 31’ê Adarê de li taxa Ormanê di dema derbasbûna wesayita zirxî Kobra de ev wesayît û tîmên taybet ên li pey wê bûne hedefa çalakiyeke sabotajê. Çapemeniya Tirk mîna endamekî POH miriye agahî pave kir lê belê ev ne rast e. Hejmara mirî û birîndaran zêde ye. Heman rojê danê êvarê herêm ji aliyê helîkopteran ve hate bombekirin. Di pevçûnên 30’ê Adarê de li taxa Cumhuriyetê edamê YPS’ê yê bi navê Kamûran Amed (Ahmet Akdenîz) yê ji Amedê şehîd ket.
ŞIRNEX: Di 31’ê Adarê de li taxa Îsmetpaşa çeteyên DAIŞ‘ê yên xwestin bikevin taxê bûn hedefa ciwanên ku tax diparastin û di encamêde çeteyekî DAIŞ‘ê mir, 2 çete jî birîndar bûn. Li taxa Dîcleyê du tankên herêm bomberduman dikirin bûn hedefa hêzên parastinê û ji ber darbeyên xwarin ji herêmê vekişîn. Li taxa Ataturkê wesayita zirpî ya Kobra bû hedefa çekên giran a hêzên me û hate rûxandin. Li taxa Bahçelîevler tema endamên JOH li hev diciviyan bûn hedef û endamekî JOH’ê hate kuştin. Li taxa ku hêzên dewletê bi çekê giran bombebaran kir şerekî dijwar dest pê kir. Encamên vî şerê ku hêna dom dikir wê ji raya giştî re werin parve kirin.
NAVENDA NÛÇEYAN