Koka Kurdan li Sûdanê vedigere kengî?
Koka Kurdan li Sûdanê vedigere 800 sal beriya niha, yekem çûna Kurdan di sala 1172’ê de bû, wate tevî Selahedînê Eyûbî, birayekî bi navê Toran Şa hebû ku êrişî Fatimiyên Misrê kir û serkut kirin, lê yek ji hevpeymanê Fatimiyan Nobî ango Sûdaniyên niha ne. Nobiyan piştî şikestina hevpeymanên xwe dest bi şer û tevlîheviyê kirin, ji ber wê jî Toran Şa tevî artêşa xwe ku zêdetir ji Kurdan pêk dihat ji bo terbiyekirina wan êrişek li dijî wan pêk anî, piştî dagîrkirina Sûdanê, Toran Şa vegeriya. Lê xelkekî zêde li Sûdanê hêla ku pêşiya şer û tevlîheviyan bigrin û tu dewletek jî nikare Sûdanê dagîr bike li wir ma. Herwiha serokek jî bi navê Îbrahîm El-Kurdî bo destnîşan kir, lê di dema melevaniyê de xeniqî, lê kes û karên wî li Sûdanê man, wate beşa herî zêde ya Kurdên Sûdanê yên wê serdemê ne. Herçend reng û rûyê wan hatiye guhertin, lê nasnavên wan Kurdî ne.
Navdariya Kurdên Sûdanê bi çi ye?
Ger ji kesekî/a Sûdanî bipirsî Kurd kîne, dibêjin qebîleyên Kurd bi dilêrî û xîretê navdar in û li ser heqiyê bêdeng nabin û gelek hurmeta mêvanan digirin û oldar in. Bêguman ew yek ji hesta min ya Kurdîtiyê nayê, belkî gotina zarê Sûdaniyane.
Di ware siyasî de Kurd çawa ne?
Di serdema dagîrkeriya Brîtanya de li Sûdanê, bizavek bi navê Mehdî hebû ku hemû xaka Sûdanê girtibû û li dijî Brîtaniyan bû, bizavê du mîr li rojhilat û rojava hebûn, mire rojhilat Kurd û nave wî Osman Dîqne bû û yekem kes e di dîroka Sûdanê de ku artêşa Brîtanya şikandiye. Plana eskerî ya ku Osman di şer de bikar anîbû niha li peymangeha serbazî ya Brîtanyê tê xwendin.
Dawiyê Osman tê girtin û cezayê heta hetayî lê tê birîn û 17 salan di girtîgehê de dimîne û piştre dimire. Di dema dadgehkirinê de jêre dibêjin dilêrî û comerdiya te naşibe ya gelê Sûdanê, ew jî dibêje ez Kurd im û xelkê bajarê Diyarbekirê me. Herwiha di pirtûka xwendina pola sê ya navendî de wesfê Osman hatiye kirin ku di sala 1517’ê de hatiye Sûdanê û Kurd e. Niha Kurd di pileyên siyasî de ne, wek mînak Dr. Elî Mihemed El-Kurdî ku di artêşa Sûdanê de Ferîq Rukne û piştî wezîrê navxwe yê Sûdanê kesê duyem e.
Ligel dîroka heyî ya Kurdan çi cîh hene ku bi navê Kurdan bin?
Belê wîlayeteke mezin bi navê Kurdovan heye ku rîwayetên cuda li ser tên gotin. Kurdek ji Wanê hatiye dera ku niha wîlayeta Kurdovan e û bûye şêniyê wê, xelkê vêderê jî gotine (Kurdî Fanî). Rîwayeteke din behsa wê yekê dike ku Kurdek hatiye û bazirganiya zêran kiriye û li çiyayekî li zêran geriyaye û hejmareke karkeran bo wî kar kirine, di dema kar kirinê de zêrên zêde peyda kirine û gotine lazime em jî bibin şirîk, piştre di navbera wan de şer çêdibe û kesê Kurd ji çiya dikeve xwarê û hemû bi hevre hawar dikin Kurdî fanî, Kurdî fanî, wate Kurd mir. Ji xeynî wê gundek jî bi nave Kurdî heye, herwiha navê gelek xwaringeh kafeterya, zanîngeh, dikan û bazaran jî bi Kurdî hene.
Heta çi astekî kultura Kurdan li Sûdanê hatiye parastin?
Mixabin ji serdema Toran Şa heta niha ku Kurd li Sûdanê mane zimanê Kurdî ji bîra wan çûye, heta cil û berg, xwarin û cejn û merasîmên Kurdî jî ji bîra wan çûne. Herçend berê merasîma Newrozê pîroz dikirin lê niha nemaye.
Hejmara wan çiqase û li ku dera Sûdanê dijîn?
Ligel ku serjimêrî û hejmareke tam li ber dest nîne, lê li gor lêkolînên min nêzîka 100 hezar Kurd li Sûdanê û piraniya wan li rojhilatê wî welatî wate nêzîkê behra sor in. Mezintirîn malbata Kurd jî Qezarîfe bi navê Hacî Elî El-Kurd, li wî bajêrî du tîmên werzişî bi rêve dibin û du sînemayên mezin jî damezrandine.
Peywendiya wan bi taybet ji bajarekî bi bajarê din re çawa ye?
Mixabin peywendiyeke gelek lawaze, heta di dema gera xwe de min gundek bi navê Kurdî li wîlayeta Kurdovan peyda kir û ev yek ji bo mamosteyekî Kurd yê bi navê Dr. Ebdula Kurdî ku li zanîngeha Sûdanê mamosteyê dîrokê ye vegot, wî got ez Kurdekî Sûdanî me û cara pêşîne ku navê wî gundî dibihîzim, lê di dema xwe de zanîngehek bi navê Hacî Elî El-Kurdî li wîlayeta Qezarîfê hebûye ku zanîngeheke xêrxwazî bû, lê mixabin niha nemaye.
Di warê aborî û bazirganî de rewşa Kurdan çawa ye?
Li Sûdanê Kurdek tune ku feqîr be, di warê bazirganî de destpêkê bazirganiya Gulav û Bixûrê kirine. Xwediyê yek ji kargeha sabûnê li Sûdanê Kurd bû û navê wê (Elsabûn El-fabrîqe El-kurdî) hü, yekemîn amûra kişt û kalê jî Kurdan aniye Sûdanê.
Di warê edebî û hunerî de tu bandora wan heye?
Kurdan du sînemayên mezin çêkirine, ji xeynî wê jî du helbestvanên gelek mezin bi navên Ebdul Hesen El-kurdî hebûne ku dîwana wî 800 heta 900 rûpel e û di gelek helbestên xwe de li dijî Ataturk nivîsîne, herwiha şanaziyê bi wê yekê dike ku Kurd û neviyê Selahedînê Eyûbî ye. Herwiha navê keça xwe jî kiriye Kurdiye û kurê wî Selahedîn e ku niha navdartirîn doktorê hestiyane. Herwiha navê helbestvanekî din Salih Ebd Seyid El-kurdî ye û helbestvanekî din Ebdulqadir Mihemed El-kurdî ye û ji terîqeta Sofigeriyê bûye.
Ji xeynî Îslamê, Kurdên Sûdanê bawermendê çi olên dinin?
Berê behsa wê hatiye kirin ku Kurdên Sûdanê li ser olên mesîhî, Yehûdî, Êzdî û Zerdeştî bûne, lê di tevahiya du salên ku ez geriyame, ji xeynî bawermendên Îslamê min tu baweriyên din di nav Kurdên Sûdanê de nedîtin.
Di paşerojê de projeyên te ji bo nasandina Kurdên Sûdanê li beşên din yên Kurdistanê çi ne?
Min di lêkolînên xwe de çend pêşniyar bo hikûmeta herêmê û navendên rewşenbîrî kirine, yek ji wan damezrandina navendeke rewşenbîrî ya Kurdî li Sûdanê bi taybet ji bo fêrkirina zimanê Kurdî, ji ber ku zimanê Kurdî ji bîra piraniya wan çûye. Lê beşek ji wan Kurdan ku piştî şoreşa Eylûlê hatine wî welatî bi Kurdî diaxifin. Yek ji wan kesan Kurdeke ku di dema şoreşê de serokê betalyona du bû û di rewşeke xirab a aborî de dijî û dikarim bêjim take Kurd e ku hejare. Pêşniyara min ji bo zindî hiştina ziman, kultur û cil û bergên û heta xwarinên Kurdî ye, herwiha kanaleke televîzyonê bi zimanê Erebî ji bo nasandina Kurd û zimanê Kurdî bi cîhan û bi taybetî bi Rojhilata Navîn be.
RÊBAZ EZÎZ