Malbatan dîsa wêneyên zarokên xwe rakirin û xwestin hesap ji kujeran bê pirsîn. Di daxuyaniya li ser navê malbatan hatiye dayîn de hat gotin ku ev 561 roj in li ser goristana zarokên xwe ketine dû edeletê û weha gotin: "Lê mixabin ew kesên ku komkujiya hovane pêk anîn ji aliyê dewlet û hikûmetê ve hatine veşartin û parastin. Nêzîkbûn, nêrîn û ramanên siyasetmedarên dewlet û partiya deshilatdar a AKP'ê li hemberî vê komkujiyê, helwestekî cihê şermezariyê ye."
Malbatan pirsên wekî, 'Gelo çima AKP´ê bi vî rengî nêzî dosyaya Roboskiyê dibe û hewl dide bûyerê bide ji bîrkirin? Gelo ew nêzîkbûn û helwesta li dijî mirovahiyê bi çi rengî alîkariyê dide pêvajoya çareseriyê ya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûyîna Tirkiyê?"
Di dewama daxuyaniyê de komkujiyên di dema Komara Tirkiyeyê de li dijî kurdan hatine kirin hatin bibîranîn û wiha hat gotin: "Zîlan, Agirî, Dêrsîm, Sîvas, Gazî û Mereş komkiyên li hemberî kurdan hatine kirin e. Kurdan hîn ew birînên xwe yê kûr û xedar ji bîr ne kirine. Niha jî destên reş ên dagîrker birînekî nû di laş û rihê me de vekirin. Ev birîn, birîna Roboskiyê ye. Serpêhatiya 34 canên ciwan ti car nayê ji bîr kirin."

DÎHA/ŞIRNEX