Eliyê Bişêriyê yê 90 salî ku ji gundê Hecsimêl hat, diyar kir ku ji nêzî gundê xwe be û derbasî aliyê din yê sînor nebe li vir maye. Ji gelek cudanên cuda gele kes hatine vê qadê û li qada bi mayîn gundekî nû ava kirine. Welatiyê extiyar Bişêrî jî bi xwe pez û çêlêkên xwe anîne û bi enerjiyek mezin wan diçêrîne.Her tim bi tevgere û beyî ku bisekine ji çeteyên DAIŞ’ê re nifiran dike. Eliyê Bişêriyê wiha got: “Dagirkirina Fransayê jî di nav de min gelek komkujî, dagirkirin, surgun û koçberî dît. Malên me hatin talankirin, xaniyên me hatin şewitandin, mirov hatin kuştin. Lê yek ne wek hovîtiya DAIŞ’ê bû. Ev çavsorên ku ji mirovahiyê nisîbê xwe negirtine. Xwedê dê bela wan zû dereng bidê. Emê jî vegerin gundê xwe.
Bişêrî da zanîn ku alîkariya ku ji aliyê Komeleya Piştevaniya ji bo Rojava tê ji aliyê leşkeran ve tê astengkirin û carina ew diçin gundê xwe û tiştên wan yên ku ji aliyê çeteyan hatine wêrankirin digirin û tînin.
RIHA