Kişanak, anî ziman ku operasyona dawî ya bi navê KCK'ê pêkanînên faşîzan ên Hikûmeta AKP'ê ne û wiha got: "Heta niha zêdeyî 60 kes hatin binçakirin. Ji vana 48 kes parêzer in. Operasyona li dijî parêzeran bi van pêkanînên faşîzan maf û derfetên parastinê jî ji holê rakiriye. Siyasetmedarên ku 2.5 salin girtî ne mafê wan ê parastinê jî ji destê wan hatiye girtin. "
Kişanak, da zanîn ku bi vê operasyona dawî peyama "Ez dewlet im. Ez dê bigirim, sûcdar bikim. Bavêjim û kes nikare vê yekê biparêze. Tenê navekî vê yekê heye ew jî faşîzm e. Di dadgehen îstîklalê û pêkanînên 12'ê îlonêde heman tişt hebûn. Em bi feraseta pergala daraza serdena navîn re rû bi rû ne. Dixwazin Tirkiye bi hişmendiya kevneperest û serdema navîn bi rêve bibin. Niha tu tiştê ku ve deqa reş a li iniya Serokwezîr baqij bike tune. Gelo tu çawa dizane ku ev mirov sûcdar in. Ma du dadger e an dozger e. Em dizanin lîste di destê Enqereyê de ye û operamsyon ji aliyê Serokwezîr ve tê meşandin. Duh dîsa Serokweszîr gef xwarin û fermana girtin û binçavkirinê da."
Kişanak, destnîşan kir ku operasyon ji aliyê Serokwezîr û wezirê wî ve tê meşandin û wiha got: "Divê Serokwezîr vê yekê ji bîr neke. Dê bedelê vê operasyonê girantir bide."
Kişanak, da zanîn ku Serokwzîr û Hikûmeta wî AKP bi hişmendiya "Kesê xizmetê ji min re neke mafê wî yê jiyanê tune" tev digere û di serdema AKP'ê de kuştina jinê ji sedî 1400 zêde bûye. Kişanak, bertek nîşanî parastina wezareta Karên Hundir a li hemberî kuştina Şerzan Kurd jî da wiha got: "Hişmendiya Erdogan dibe sedemê van kuştinan.
Kişanak da zanîn ku li Tirkiyeyê jin di bin hegemonyaya şîdetê de ne û jiyana xwe li jî vê yekê bi têkoşînê didomînin. Kişanak da zanîn ku jin di warê siyasî, aborî û civakî de çiqas tevli jiyanê dibin şîdeta li hemberî jinan jî ewqas zêde dibe. Kişanak diyar kir ku di nava 6 salên dawî de 4 hezar û 190 jin hatine kuştin û wiha berdewam kir: "Ev hejmar wekî bîlançoya komkujiyê ye. Ev encama zilamên ku li ser xwe hişê xwe ve çûne û ev kuştin pêkanînên nîn in. " Kişanak li dijî gotina Wezîra ji Malbatê Berpirsyar e ya " tedbîrên polîsan" jî nerazîbûn nîşan da û diyar kir ku li holê feraseta ku jinan wekhev nabîne heye, heta ku ev feraset neyê guhertin şîdeta li dijî jinan bi dawî nabe. Kişanak da zanîn ku bi girtinên dawî nêzî 400 jin ji ber ku xebatên siyasî dimeşînin hatin girtin û biryara der barê N.Ç.'ê de hatiye dayîn jî bi bîr xist û got ku daraz zayendparêz û zilam e.
Kişanak der barê erdhejê de jî axivî û wiha got: "Heta niha serokwezîr tenê tiştekî şenber got. Got heta biharê li ber xwe bidin. Birêz Serokwezir ew mirov nikarin li ber xwe bidin, xweza fermana te guhdar nake. Zarok dicemidin û di şewatan de dişewitin. Kujerê wan zarokan karesata xwezayî nîn e, karesata îktidarê ye." Kişanak ji bo şaredariyên BDP'î jî got ku ji alîkariyê xwe ji nû ve organîzekirine û îro şunde dê baştir bixebitin.

Kişanak der barê leşkeriya bi bedel de jî got ku Serokwezîr Erdogan gotinên xwe yên beriya 8 mehan tekzîp kiriye û berê soza ku pirsgirêkê dê bibe referandumê jî dabû.

DÎHA/ENQERE