KCK’ê di daxuyaniya xwe de da diyarkirin ku di çarçoveya şerê topyekun ê ku dewleta Tirk li hemberî gelê Kurd dimeşîne, Operasyonên Qirkirina Siyasî berfireh dibin. KCK’ê wiha domand: “Lê AKP nikare bi vê yekê jî pêşî li tirsa xwe bigire, dê tekoşîna azadiya gelê Kurd xurtir bibe. Dewleta AKP’ê di van pêkanînên li Kurdistanê dide meşandin de, ne bi zagonên neteweyî, ne jî bi yên navneteweyî tev digere. Sîstema Îşkenceyê ya li Îmraliyê, Komkujiya Robokêyê û operrasyonên qirkirina siyasî ya li hemberî siyaseta Kurdan parçeyên pêkanîna vê konseptê ne. ”
KCK’ê aşkere kir ku ev êriş nîşan didin ku hikûmeta AKP’ê li hemberî berxwedana Rêber Apo, tevger û gelê me çiqas bêçare maye û ev êriş nîşaneya vê bêzariyê ne. KCK’ê ev tişt got: “Divê hemû gelê me û raya giştî bizanbe ku hikûmeta AKP’ê ji pêşketina gelê me û hêzên demokratîk ditirse. Ji ber wê jî bi awayeke dîn û har dest bi van pêkanîn faşîst, ên di çarçoveya şerê topyekun de kiriye. Bi van êrişan dixwaze gelê me bê bandor û pasîf bihêle. Ev pêkanîna faşîst-nijadperest, a di çarçoveya operasyonên di bin navê KCK’ê de dispêre gelê Kurd û saziyên demokratîkê, dê sibê bispêre her kesê.” Di berdewa daxuyaniyê de hat gotin ku divê hêzên demokrasiyê yên li Tirkiyeyê û saziyên Kurdan ên welatparêz li hemberî vê pêkanîna faşîst tekoşînê xurt bikin û teqez pêşî lê bigirin. An ne, li Kurdistan û Tirkiyeyê bûyerên wisa yên ku tu kes naxwaze biqewimîn, dê biqewimin. KCK’ê ev bang kir: “Divê beriya her tiştê hemû kes û welatparêzên Kurdistanê cihên bi girtinan vala mane dagirin. Divê kesên welatparêz-demokratîk ku berê ji ber sedemên cûda ji saziyan veqetiyane, bê ku li benda teklîfan bimînin, biçin di saziyên xwe yên demokratîk de peywir bigirin û li hemberî vê zilma li gelê me tê kirin tekoşînê xurt bikin.
Bila were zanîn ku armanca wan ew e ku wisa bikin ku ev sazî êdî bi kêrî xebatê neyên, Kurdan ji hola siyasetê rabikin, dixwazin tekoşîna azadî û demokrasiyê ya gelê me bê bandor bikin û bê deng bikin. Ger ku dixwaizn ev êrişên AKP’ê bêne pûçkirin, divê hemû welatparêz û demokrat wezîfeyên ku dikevin ser milên xwe pêk bînin, divê bi piştgiriyê giyanê yekitiya di navbera hêzên demokratîk de bê xurtkirin û ji bo bikaribin bi giyanê serhildanê bersivê bidin van êrişan, divê her kes peywira ku dikeve pêşiya wê/wî bi cih bîne.”
ANF/BEHDÎNAN
‘Agirê serhildanê gur bikin’
KCK’ê da zanîn ku vî pêla êrişan a ku di 13’ê çile de pêk hat, careke din aşkere bû ku hişmendiyeya mêtînger dixwaze bi van pêkanînan Kurdan ji hola siyasetê rabike. Dixwazin bi tesfiyekirina siyaseta azad a Kurdan pêkhateyeke hevkar ava bikin. Êdî pêwîstî bi gotinên zêde nemaye. KCK’ê wiha domand: “Divê ciwanên Kurd ên welatparêz-demokratîk li hemberî vê yekê bê deng nemîne, divê li hemberî van êrişên ku gelê Kurd rencîde dikin tevli refên gerîlayan bibin û bersivek bi şeref bidin van êrişan. Li ser vî esasî em bang li hemû ciwanên Kurd ên welatparêz-demokrat dikin ku peywir û wezîfeyên xwe bi cih bînin. Peywira wan a pêşî tevilbûna nava refên gerîlayane û birêxistinkirina tevgera serhildanê ye. Divê bibin vînek û nunertiya civakê bikin. Beriya du rojan li Amedê ciwaneke 15 salî bi navê Ferhad Dînç agir berda bedena xwe û dawî li jiyana xwe anî. Divê bi tu awayî tu ciwanên Kurdistanê bi xweşewitandinê dilê faşîzmê şa neke. Bila were zanîn ku riya ciwanên Kurd ên ku dilê wan ji agirê şoreşê tije ye, ne xweşewitandina li hemberî zilma AKP’ê ye. Riya wan an gurkirina agirê serhildanê an jî tevilbûna nava refên gerîlayane. Ji bo serkeftinê jiyan û seknek bi rûmet divê. Em bang li hemû ciwanên welatparêz ên Kurdistanê dikin li hemberî van êrişên faşîzane bibin xwedî helwest.”