Teyfûr got, “Rast e; heta niha daxwazên Kurdan di hikûmeta Nurî Malikî de nehatine bicihanîn lê em di gotûbêj û danûstandinê de ne û pirs jî ne hêsan in ku ez wan bi hêsanî çareser bikin.” Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê got, Malikî di bernameya nû ya bo kêmkirina wezaretan de behsa madeya 140’ê nekiriye, lewra wan biryar daye daxwaza aşkerekirinê li wî bikin.
Li gor nûçeya Ajansa Kurdistanê Teyfûr derbarê egera vekêşana Kurdan ji hikûmeta Iraqê wek karteke fişarê de got, “Me hizra wê çendê nekiriye ku em xwe ji Hikûmeta Bexdayê bikşînin û em tiştekî wiha jî nafikirin çimkî eger em xwe bikşînin, nikarin bo bicihanîna daxwazên Kurdan gotûbêjê bikin.”

Cihê bibîrxistinê ye; heta niha jî pirsên sereke yên di navbera Bexda û Hewlêrê de yên wek budce, pêşmerge, yasaya petrolê û madeya 140’ê, nehatine çareserkirin û bi hilawistî mane.

BEXDA