Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku divê kujerên Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez derkevin holê û wiha hat bilêv kirin : “Sakîne weke jinekî, şoreşgerekî û jinek ronakbîr her tim pêşengî kir. Cansiz di qada hunerê de têkoşîna xwe meşand û gelek girîngî dida hunerê. Di sekna xwe ya hunerî  de xwedî li çanda jinan derdiket û ji bo me hemûyan mîrateyeke mezin hişt. Fîdan Dogan ji ber ku ji komploya Navnetewî ya ku li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hat, encam derxist tevli tevgera azadiya Kurd bû. Di demeke kin de di kesayetiya xwe pêş xist. Xebatên ku dimeşandin jî bi coş, moral, kelecan û biryareke mezin dimeşand.”

Jinan diyar kirin ku Layla Şaylemez, ji zarokatiya xwe de di nav koma govendê de cih digirt û wiha pê de çûn: “Kevneşopiya çanda Kurd di kesayetiya xwe de meşand û di temenê xwe yê ciwan de têkoşîna azadiyê bi reng û rîtma reksa Kurd re meşand. Di demek kurt de bû xwedî îradeyeke mezin.”
Jinan anîn ziman ku Sakîne Cansiz  pêşenga têkoşîna azadiya jina Kurd bû û wiha domand: “ Fîdan Dogan jî îdeolojiya azadiyê gihand jin û gelên Ewropayê. Leyla Şaylemez a jî hemû cerebandinên jinên Kurd di jiyana xwe de bi cih kir. We dê di nava nirxên herî pîroz ên vî gelî de cih bigirin.” Di berdewamiya daxuyaniyê de hat destnîşan kirin ku divê hemû Kurd tevli merasîma cenazeyê her sê jinên Kurd ên ku dê li Parîsê pêk bê bibin û wiha hat gotin: “Ev deynê me ye ku divê em wan her sê jinên siyasetmedarên Kurd bi heybeteke mezin oxir bikin. Di serî de jin û hemû hunermend divê di îro seat di 11.00’an de li cihê merasîma cenazeyê amade bin.” 

BRUKSEL