
‘Tirkiye û Îran bi hevre ne’
Welatiyê bi navê Feleh Faruq bal kişand li ser hevkariya Îran û Tirkiyeyê û wiha got: „Ev topebarana ku tê kirin hem ji aliyê Tirkiye û hem jî ji aliyê Îranê ve tê kirin. Divê Serokê Herêma Kurdistanê û Serokomarê Iraqê li dijî van êrîşan nerazîbûnên xwe nîşan bidin. Ji ber ku ev êrîş li dijî rûmeta gelê Kurd tê kirin û dixwazin axa Kurdistanê dagir bikin. Heke tifaqek di navbera hêzan de nebe çima Hikûmeta Herêmê bêdeng e. Em bang li Hikûmeta Herêmê û Hikûmeta Iraqê dikin û dixwazin bikeve nava hewldanan. Ev topebaran li dijî welatiyên feqîr tê kirin. Cih û warên wan tên xirakirin û tunekirin. Dibêjin li vir PJAK heye lê ev pêkanîn ne dijî PJAK’ê ye, li dijî gelê Kurd e. Ji ber vê yekê jî divê gelê Kurd yekîtiye xwe xurt bikin û li dijî van êrîşan rawestin.“
‘Divê Hikûmeta Herêmê nerazîbûna xwe nîşan bide’
Welatiyê bi navê Fehmî Abdulah jî êrîşên dewleta Îranê şermezar kir û got ku ji ber topebaranê welatiyên xizan mexdûr dibin. Abdulah xwest gelê Kurd li dijî vah êrîşan bêdeng nemîne û nerazîbûnên xwe nîşan bide. Abdulah bal kişand li ser hewlesta Hikûmeta Herêmê jî û wiha got: „Divê Hikûmeta Herêmê jî li dijî van êrîşan nerazîbunên xwe nîşan bide û bêdeng nemine. Em bang li dewletên cîran jî dikin û dixwazin li dijî kiryarên nemirovane û û ne hiqûqî bêdeng nemînin.“ Hesen Bîlecanê jî xwest Hikûmeta Herêma Federal a Kurdistanê li dijî êrîşên Îranê sînorên xwe biparêze û li dijî vê yekê bêdeng nemîne. Didar Evdilmitelip Kerîm jî topebarana li dijî axa Herêma Federal a Kurdistanê şermezar kir.
‘PJAK û PKK ji bo azadiya Kurdan têdikoşin’
Merîvan Ebas Xidir jî der barê êrîşan de wiha got: „Ev topebaranên li ser sînorê Kurdistanê tên kirin, kiryarekî nemirovane ya li ser gelê Kurd e. Em bi tundî vê topebaranê şermezar dikin. Her çiqas PKK û PJAK’ê bikin hincet jî ev yek ne rast e. Ev êrîş li dijî desteftiyên başûrê Kurdistanê ye. Ji ber ku PJAK û PKK ji bo azadiya Kurdan û Kurdistanê dixebite û têdikoşe. Ji ber vê yekê jî em bang li hemû saziyên berpirsyar û Hikûmeta Herêma Federal a Kurdistanê dikin û dixwazin li dijî van êrîşan bêdeng nemînin.
PÎROZ ORHAN/MURAT KOLCA/DÎHA/HEWLÊR