Li bajarê Almanya Stuttgartê bi mebesta 27. salvegera ‘cejna lehengî û vejinê’ ya gelê Kurd 15 ê Tebaxê, şahiyek pîrozbahiyê hate li darxistin. Şahiya amadekariyên wê ji aliyê xebatkarên giştî û rêveberiya Komeleya Çand û Hûnera Kurd a Mezopotamya yê ve hate organîzekirin, roja şemiyê saet li 15.00’an li bajarokê Wangena Stuttgartê, li navenda salona Arena Kulturhause, bi beşdariya nêzîkî sêsed kesî ve pêk hat. Di bernameya şahiya pirozbahiya cejna vejînê de, Ozan Dîno, Ozan Sîmar, Komên muzîkê yên herêmî, sinevîzyon û her wiha axaftinê cîh girtin.
Her wiha bi taybetî ji bo komkirina şanenavan a kampanya ‘Kurd nasnameya xwe di xwazin’ jî standek hate amadekirin. Di şevê de, ji xeyni xemlandina salonê a bi alên Konfederalizma Demokratik, pankerta li ser nivîsa, „Cejna Vejînê Pîroz Be“ hate daleqandin û her wiha wêneyek Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan û wêneyên lehengê 15 Tebaxê jî hatin daleqandin. Di şahiya pîrozbahiyê de, axaftina siyasî hate kirin û di serî de cejna vejînê li Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan, li lehengên 15 Tebaxê û her wiha li gelê Kurd hate pîroz kirin. Pîrozbahî bi coşiya beşdervanan û bi derketina komên muzîkê li ser dikê û dîlan girtina keç û xortan re bi dirûşmeyên „Bijî PKK, Bijî Serok Apo û şehîd namirin“ bi dawî bû.

ABDURRAHMAN KARATAŞ/STUTTGART




Li Çiravê pîrozbahiya bi coş!


Bi hezaran kesên bi boneya 3’emîn Mihrîcana Çand û Xwezayê ya Çiravê ya Dihê kû ji aliyê Qeymeqamê Dihê ve hate qedexekirin şermezar bikin, duh hatin navçeya Dihê. Lê girseya kû destûra wan ya ketina Dihê hate qedexekirin, heta serê sibê biboneya 27’emîn salvegera 15’ê Tebaxê li kontarê Çiyayê Çiravê şahî pêk anîn. Di şahiyê de endam û rêveberên BDP’ê, parlementer û şaredarên BDP’ê, nûnerên saziyên sivîl yên civakî jî di nav de nêzî 3 hezar kesan heta serê sibê li ber stranan govend gerandin û 15’ê Tebaxê pîroz kir. Girseya ku ji Êlih û Amedê hatin navçeya Misircê jî piştî 15’ê Tebaxê heta derengê şevê pîroz kirin vegeriyan Amed û Êlihê. 

SÊRT





Li Ermenîstanê pîrozbahî

Kurdên ku ji tevahiya Ermenîstanê ji Elegez, Îçmezdîn-Talîn, Oktonberyan û ji gund û derodorên Êrîvanê li hev civiyan û Pêngava 15 Tebaxê roja çekdarî ya PKK’ê pîroz kirin. Di civîna ku bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, fermandarê yekemîn ê PKK’ê Egîd (Mahsûm Korkmaz) û alên KCK’ê hate xemilandin de ji bo giyanê şehîdan bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir û Endamê Komîteya Kurdistanê Davut Karasu axaftina destpêkê kir. Davut Karasu axaftina xwe ya destpêkê de Xweseriya Demokratîk silav kir û got; „Di dîroka gelê kurd de ev roj rojekî gelekî girîng û dîrokî ye. Ji bo gelê Kud cejna vejînê ye” .
Nivîskar û rojnamevanê navdar ê Kurd Emerîkê Serdar ku di civînê de amede bûn û got; “Îro roja bûyîna me ye, ger em îro dikarin li vir kom bibin û nêrînên xwe yên azad binîn ziman di saya şerê çekdarî ya Pêngava 15 Tebaxê ye. Ev roj cejna afirandina gelê Kurd e, roja bûyîna me ye.“ Civîn bi diroşmên “Bijî Rêber Apo”û “Şehîd namirin” bi dawî bû.

MARÎNA SIYABEND/ÊRÎVAN




‘Li vê derfetê xwedî derkevin’


Bi mebesta 27’emîn salvegera 15’ê tebaxê Konseya Rêvebir a Kongreya Neteweyî a Kurdistanê KNK’ê jî daxuyaniyek belav kir û wiha got: „Di dîroka mirovahiyê de her dem rojên destpêkê çêbûne û van rojan bandor li demê û guhertina civakan kiriye. 15ê Tebaxê yek ji van rojên destpêka pîroz û bi wate ye. Îro derfetên serketina gelê Kurd û bidestxistina çarenûsa xwedî derketina li paşerojên pîroz û jiyaneke bi rûmet û serbixwe derketiye holê. Dem dema yekîtiyê ye û pengava di 15ê Tebaxê de dest pê kir, îro wek ‘şoreşê’ li tevahiya Kurdistanê bela bûye û di radeya têkoşîna şoreşgerî ya gel de derketiye pêş. Ev derfeteke mezin e û bi berdêlên giranbiha hatiye bidestxistin. Pêwiste hêzên Kurd, lê vê derfeta dîrokî xwedî derbikevin. Bêguman dîrok, çavdêriya van hevkariyên qirêj û gemarî dike. Lê, pêwiste gelê Kurd jî, bi pêkanîna ‘yekîtiya neteweyî’, li vê dîroka ku çavdêriya destketiyên giranbiha û canfedayî a ‘Nemirên Kurdsitanê’ dike xwedî derbikeve. Bi vê dilsozî, hêvî  û daxwaza pêkhatina yekîtiya neteweyî, em cejna vejînê li tevahiya gelên Kurdistanê, li gerilayên Kurd û girtiyên azadiyê û tevahiya gelê Rojhilata Navîn  teva pîroz dikin.“

BRÛKSEL