Di merasimê de polîsan bi panzêr û bombeyên gazê mudaxaleyî girsê kir û 150 welatî hatin binçavkirin. Li gel 150 welatiyan ciwanê bi navê Jiyan Orhan jî hate binçavkirin. Dema kesên hatin binçavkirin derxistin Edliyeya Mêrsînê dayika Jiyan Orhan Emîne Orhan jî çû ber edliyeyê û li heviya Jiyan Orhan rawestiya. Orhan, destnîşan kin kir ku kurê wê 4 rojan di bin çavan de ma û her roj serê sibê saet di 8’an heta 5’ê êvarî li ber edliyeyê li benda kurê xwe rawestiya. Orhan, da zanîn ku roja kurê wê derxistin edliyeyê dîsa çû ber edliyê û li wir rawestiya û wiha got: „Di roja 4’an de polîsan hatin nasnameya min pirsîn. Lê ji ber ku nasnameya min ne liser min bû polîsan xwest ez ji wir dûr bikevim. Ez jî çûm milê din ê kolanê rûniştim û min sekna xwe berdewam kir. Lê dîsa 4 polîs hatin neheqî li min. Xwestin ez rabim. Lê ji ber ku min xwest sekna xwe berdewam bikim neheqî li min kirin û ez binçav kirim.“ Dayika Emîne Orhan, derbirî ku polîsan bi lêdanê ew binçavkirin û her ku çû hêjmara polîsan zêde bû. Orhan, daxuyand ku bi dehan polîsan li wê dan û xwestin wê lînç bikin. Orhan, bibirxist ku ew nexweşê şekir e û wiha berdewam kir: „Polîsan piştî ku li min dan û ez bi erdê re kaş kirim ez bi zorê li dolmîşê kirim. Dema polîsan ez birim qereqolê şekir û tansiyonê min bilin bûn. Polîs neçar man ku min rakin Nexweşxaneya Dewletê ya Toroslarê. 3 saetan serûm bi min ve girêdan. Ji ber lêdana polisan gelek laşê min reş û şîn bûn. Doktoran rapor dan min, lê polîsan rapor desteser kirin. „

‘Bi dehan caran neheqî li min kirin’

Orhan, da zanin ku polîsan piştî nexweşxaneyê dîsa ew birin Qereqola Soguksu û li wir dîsa hate rawestandin. Orhan, anî ziman ku wê li qereqolê der barê 4 polîsan de gilî kir û wiha axivî: „Dema ku min got 4 polîsan li min daye. Polîsan jî got ‘Wê jî li me daye. Em jî gilî bikin’ Polîsan li qereqolê bi dehan caran neheqî li min kirin. Ji bin re gotin ‘Tu dayika terorîstan e’ û gef mi min xwarin.“

DÎHA/MÊRSÎN