PKK’ê, li hemberî kiryarên hovane yên AKP’ê, nerazîbûneke hişk nîşan da û got: „AKP’e dê ne karibe xwe ji hesapdayînê rizgar bike.” Komîteya Rêveber a PKK’ê, di destpêka peyama xwe de, cejna remezanê li gelê Kurd û hemî alema îslamê pîroz kir û xwest ev cejn, bibe bingehê jiyana aştiyane û biratiya di navbera gelan de. Di daxuyaniyê de wiha hate destnîşan kirin: “Navenda hemî olên Semawî û dergûşa ola îslama Pîroz rojhilata navîn, di nava şer, şîddet û êşan de vê cejnê pêşwazî dike. Ev rewş, nakokiyeke pir mezin û êşeke giran e. Berpirsyarê vê rewşê, pergala modernîst a sermayedar û hêzên statûkoparêz ên herêmê ne. Li hemberî vê zilmê, îro ji herdemê zêdetir pêdivî bi serîrakirina gelan a demokratîk heye. Zemîna herî guncaw ji bo serîrakirinê jî îro Kurdistan e.“
Di daxuyaniyê de ev tişt hatin vegotin: “PKK’ê ji hemî derdorên alîgirên aştî, biratî û demokrasiyê xwest ku li hemberî vê zilmê, di van rojên cejnê yên pîroz de bêdeng nemînin û dengê xwe bilind bikin û di arîfeya cejnê de kuştina Yildirim Ayhan a li Çelê jî wekî beşek ji kiryarên hovane yên AKP’ê nirxand, Ayhan Yildirim wekî şehîdê mezin ê aştiyê bi nav kir û soza berdewamkirin û serxistina rêça Ayhan û rêhevalên wî yên cangorî da.”
ANF/BEHDÎNAN