WÊRANŞAR: Li Wêranşarê ya Rihayê, di çarçoveya çalakiyên Pêncşema Reş ku her hefte ji bo şaredar û siyasetmedar bên berdan, vê hefteyê jî çalakî hate lidarxistin. Di çalakiyê de endam û rêveberên BDP'ê, endamên meclîsa şaredariye û nûnerên saziyên sivîl ên civakî, Wekîlê Şaredara Wêranşarê Mehmet Burun, Hevserokên BDP'a Wêranşarê Halîs Aktaş û Bîrgul Ozkara jî di navde gelek kes amade bûn. Alîgirê Şaredara Wêranşarê Suna Ulugturkan, diyar kir ku her roj girtin û binçavkirin pêk tên û îro kesên din jî hatin binçavkirin. Ulugturkan, anî ziman ku tu kes nikare wan bi girtin û binçavkirinan gavan bidin paşaêtin û wiha got: "Em qutkirina weşana Roj TV, şermezar dikin. Roj TV, dengê gel e û nayê qutkirin. Şîrketa weşan qut kir, yek alî tev geriya. Nikarin bi van zext û zordariyan me têk bibin."
PEYAS: Li Peyasa Amedê jî bi heman armancê çalakî Pencşema Reş di hefteya 102'an de berdewam kir. Disa wekî her hefteyê vê hefteyê jî endam û rêveberên saziyên sivîl ên civakî, nûnerên sendîkayan û endamên meclîsa şaredariyê Wekîlê şaredar Mahmut Dag, cîgre şaredar Servet Yilmaz, Îhsan Avcı, Serokê BDP'a Peyasê Erkan Erencî, Serokê Şaxa Tum-Bel-Sen'ê Medeni Alpkaya, Serokê Şaxa Genel Îş'ê M.Salih Dogrul û gelek kesên din amade bûn. M. Salih Dogrul, ani ziman ku di doza KCK'ê de dîsa parastina Kurdî hate redkirin û wiha got: "Kolandina li navenda JÎTEM'ê didome. Heta niha hestiyê 23 mirovan hatin dîtin. Gelê Kurd baş dizane ku kujer kîne. Dîsa em astengiyên li ser Roj TV şermezar dikin. Çalakiyê bi rûniştina 5 deqiyeyan berdewam kir.
QOSER: Li Qoserê ya Mêrdînê jî çalakiya pêcşema Reş vê hefteyê dewam kir. Çalakî li ber avahiya şaredariyê pêk hat. Cigirên Şaredar Şemsettîn Sulhan Kurhan û Leyla Salman, nûnerên BDP, nûnerên rêxistinÊn civaka sivîl û endam û xebatkarên şaredariyê tevli çalakiyê bûn. Sekreterê SES’ê Emrullah Acar daxuyanî xwend û diyar ku opersayonên di bin navê KCK’ê de berdewam dikin û ev yek jî mirovan dike nava fikaran. Acar wiha pê de çû: “Asîmîlasyon û polîstîkayên înkarê îro jî bê navber didome. Êrîş û zextên li ser şaredariyê di heman demê de jî li ser gel .Ev gel nûnerên wan tunebe jî dikarin xwe bi rêve bibin. Dewlet bi van rêbazan nekare pirsgirêkê çareser bike. “ piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê ya 5 deqaiyan pêk hat.
ÊLIH: Xebatkarên şaredariya Êlihê jî 103’emîn çalakiya Pêncşema reş de dîsa hatin cem hev. Çalakî li ber avahiya şaredariyê pêk hat. Wekîlê şaredar Serhat Temel, Wekîsê BDP a Êlihê Selîm Aratemur û gelek nûnerên saziyên sivîl tevli çalakiyê bûn. Sekreterê Lijneya Koordînasyona Êlihê ya TMMOB’ê Suleyman Noyan axivî û diyar kir ku ji bilî aştiyeke bi rûmet tu tiştek vê pirsgirêkê çareser nake. Noyan wiha pê de çû: “Di dîroka 90 salî ya komara Tirkiyeyê Kurdan gelek bedel dan. Eînsteîn dînbûnê wisa bi nav dike ‘Her tim heman tiştî dubare bike û li bende encamê be’. Em jî bang li hikûmetê dikin. her tim dubarekirina heman tiştî ne fêdeye û encamek nayê bidestxitin.” Piştî vê jî çalakiya runiştê hate lidarxistin.
NAVENDA NÛÇEYAN