Platforma Piştevaniya bi Kurdistana Sûriyeyê re ya ji KCD, rêxistinên BDP, OSP, KADEP, HDK, ESP û EMEP'ê, DDKD, Înîsiyatîfa Azadî û Koma Diyalogê ya Dîcel û Firatê pêk tê hewildanên xwe yên piştevaniyê didomînin. Endamê Meclîsa Daîmî yê KCD'ê û platformê Seydî Firat têkildarî mijdarê ji ajansa nûçeyan ya Dîcle DÎHA’yê re agahî dan.

Firat xwest ku deriyên sînor ên Nisêbîn, Qoser û Serêkaniyê jî bên vekirin. Firat da zanîn ku ambargoya pêktê ya aborî û siyasiye û wiha got: "Mafên Kurdistana Rojava tên gespkirin. Ev yek di qada navneteweyî de weke tecrîd tê binavkirin. Dixwazin gelê Rojava bi birçîbûnê terbiye bikin. Di vê mijarê de me gelek dest bi gelek hewildanan kir. Di aliyê partiyên siyasî de hewildanên me bi CHP, AKP û BDP'ê re çêbûn. Di heman demê de hewildanên me bi Nûnertiya PDK'ê ya Enqere û YNK û partiyên din yên Kurd re jî çêbûn. Em keyfxweşin ku deriyên sînor ên Başûrê Kurdistanê vebûn. Em dixwazin ev derî her tim vekirîbe. "
Firat da zanîn ku, daxwaza wan a sereke Deriyê Sînorê yê Nisêbê yê Tirkiyeyê bê vekirin û wiha axivî: "Ji bo alîkariyên di çarçoveya kampanyayê de bên komkirin bigihijin Rojava divê deriyên sînor ên Nisêbîn, Qoser û Serêkaniyê bên vekirin. Heke ev deriyên sînor neyên vekirin wê bibe sedema cudakariyekî din. Em dizanin ku ji herêmên din ên Sûriyeyê û Hamayê re hemû cure alîkarî diçin. Alîkariyên din jî diçin. Lê astengkirina alîkariyên ji herêma Kurdan re gelê Kurd qebul nake. "

'Dixwazin serkeftinê ji holê rakin'

Firat bilêv kir ku, têkildarî alîkariyan de destûra fermî ya hikûmetê tuneye û wiha pê de çû: "Têkildarî alîkariyan de tu destûrên hikûmetê yên fermî tuneye. Divê hikûmet tu astengiyan ji alîkariyên bigihijin Rojava nederxîne. Em dizanin ku heke hikûmet bixwaze dê di heman demê ambargoyê rabike. Em baş dizanin ku ji hinek kesan re bi rihetî destûr tê dayîn. Em dizanin ku bi tenê hewildanekê alîkarî tên komkirin. Ev alîkarî naçin herêma Kurdistanê û em dizanin ku digihijînin Humus û Hamayê."

ANF/AMED