Endamên Partiya Gel û Ked (EHP), TUAD, Parlementerê Amedê ye berê Akin Birdal, Îlkay Akkaya, Şanar Yurdatapan, nivîskar Vedat Turkalî, Înîsîyatîfa Dayikên Aşitiyê, Listîkvan Julîde Kural, Hûnermend Pinar Sag û Basrî Vardar tevlî vekirina pêşganhenê bûn. Parêzerê Komîsyona ÎHD’ê ya Girtîgehê Fazil Tamer di vekirine de axivî diyar kir ku li welatên din rakirina girtîgeha te nîqaşkirin, li Tirkiyê girtina girtîgehên tîpa F’ê te nîqaşkirin ev jî tiştekî şerme.
Piştî Tamer Serokê ÎHD’a Stenbol AbdulbakÎ Boga jî, axivî û bilêvkir ku kesên ev girtîgeh vekirin ewê rojek bikevin van girtîgehan dê. Nivîskar Vedat Turkalî jî diyar kir ku ji bo li Tirkiyeyê azadaî çêbibin berî her tiştî divê pirsigrêka Kurd bê çareserkirin. Turkalî, anî ziman ku tiştên li girtîgehan pêktên mirov êdî ranagirin û wiha got: “Ez ji vê dewletê re dibêjim Dewleta Wêran. Rastî jî hate asta dewleta wêran. Mînak bûyera Hrant Dînk êdî veşarî nîn e. Kê kir ji holê rabûye. Gelo li hemberî ewqas rezaletiyê dê çawa çare bê dîtin? Tirkiye salên borî rastî heqaretên gelek mezin hat. Ev hemû pîsî kom bûn. Damezirandina vê dewleta wêran wisa dest pê kir. Tu kes bi hêsanî kesê din sûcdar nake ji ber ku hemû kes suçdar in.” Turkalî axaftina xwe bi gotina “Ji têkoşîna azadiya gelê Kurd re piştgirî û têkoşînê bikin” bi dawî kir. Dayîka Aştiyê Dondu Ergîn jî diyar kir ku umrê dayîkên Kurdan li ber derê girtîgehan derbas bû. Ergîn, anî ziman ku ew bawer dike ku mirovên bi dil dê vê zilmê xilas bike.
STENBOL