Çend roj berê hate gotin ku tetîkêşê Rewşenbir û nivîskarê Kurd Musa Anter û endamê JÎTEM’ê Hamît Yildirim hate binçavkirin. Berê Îtîrafkarê JÎTEM’ê Abdulkadir Aygan jî di pirtîka xwe ya “Îtîrafên min” de anîbû ziman ku Anter ji aliyê endamê JÎTEM’ê Hamît Yildirim ve hatiye qetilkirin. Aygan, anîbû ziman ku berê di serdegirtina mala Yildirim a Dêrgulê de 2 torbe belge hatibûn bidestxistin. Aygan, destnîşan kiribû ku nasnameya Yildirim hatibû guhertin û îtîrfa kiribû. Kurê Musa Anter Dicle Anter, der barê binçavkirina tetîkêş Hamît Yildirim de agahî dan. Anter, da zanîn ku ya girîn girîng ne binçavkirina Yildirim e, ya girîng hêza li pişt Yildirim bê ronîkirin e.
Anter, destnîşan kir ku daxwaza wan a heri sereke li şûna Yildirim hêza ku li pişt Yildirim cih digire û ferman daye wî bê ronîkirn û hemû şax û kokên vê hêzê yek bi yêk bê ronîkirin e. Anter, anî ziman ku li pişt kuştina bavê wî hêz û planek gelek mezin heye û xwest berî her tiştî ew hêz ronî bibe. Li mala Yildirim torbeyek belge hate dîtin. Di nava vî torbeyî de çi hebû. Çima nayê aşkerekirin. 20 salin li Şirnexê serbest dijî.”
Anter, bilêv kir ku di sala 2009’an de Dozgerê Komarê yê Amedê dosya Musa Anter ji ref daxist û pêvajoyek nû da destpêkirin û wiha berdewam kir: “Li gorî îfadeyên Abdulkadir karekî pir bi rêxistin û organiza ye. Ev kes bi plan hatiye binçavkirin. Lê divê pişt rastiyê ronî bibe. Em hêvî dikin ku dê li ser vê yekê lêkolîn û lêpirsîn bê destpêkirin. Wê demê waliyê OHAL’ê Unal Erkan, Midûrê Polîsan Mehmet Agar, Serfermandarê demê Dogan Guneş, Wezirê Karê Hundiur Îsmet Sezgin gelek kesên wê demê divê bên darizandin û hesap ji wan bê pirsîn.
Anter, destnişan kir ku xwestin bibim mudaxîla Ergenekonê lê daxwaza wan nehat qebûlkirin. Anter, da zanin ku di 2’ê Tîrmehe de doza komkujiya Sêwasê heye û xwest her kes beşdarî doze bibin.
DÎHA/ÊLIH