Beriya çend rojan Serokwezîrê Tirk Recep Tayyip Erdogan di axaftina xwe ya li Xarpêtê de heqaret li konferansa Êzidiyan a li Amedê hat li darxistin kibibû. Li hemberî vê yekê Komîteya Bawerî û Gelan a KCK’ê nerazîbûn nîşan van gotinê da û xwest Erdogan ji Êzidiyan lêborînê bixwaze.
Komîteya Bawerî û Gelan a KCK’ê der barê heqaretên Serokwezîrê Tirk Recep Tayyip Erdogan ên li hemberî konferansa Êzidiyan a li Amedê ji aliyê KCD’ê ve hate lidarxistin da. KCK’ê nerazîbûn nîşanî gotina Erdogan a bi awayê ‘Evane ayinên Zerdeştî û Êzidiyan pêk tînin” da û ev nêzîkatî wekî bêhirmetiyek da nîşan.
Komîteyê destnîşan kir ku kesê ku mirovan ji bawerî, nasnameya etnîkî û rengên wan sucdar bike, ew mirov di dîroka mirovahiyê de nexweşê şîzofrenê yê herî mezin e. Komîteyê da zanîn ku mînakên herî berçav ên vê şîzofrentiyê qirkirina Cihûyan ji aliyê Hîtler ve, komkujiyên mirovên spî yên li Afrîkaya Başûr li hemberî reşikan pêk anî û qirkirina bi milyonan ermenî ya ji aliyê tirkan ve ne. Komîteyê diyar kir ku navê vê yekê di huqûqa navneteweyi de ‘sûcê mirovahiyê ye’ û li gelek deveran ev yek weke yekem sûcê mirovahiyê di huqûqê de cih digire.
Komîteya Bawerî û Gelan a KCK’ê Tevger Azadiya Kurdan diyar kir ku divê her kes gel û baweriyên wekî êzidî, elewî, keldanî, suryanî û ermenî li ser vê xakê weke bawerî û çandên herî qedî dibîne û divê rêz nîşanî mafên wan bide.
Komîteyê diyar kir ku hikûmeta AKP’ê ji bo serbestberdana kujerê Hrant Dînk gelek hesaban kir û bi bîr xist ku gelê Kurd dest daye destê suryanî, keldanî û ermeniyan û cara yekemîn suryaniyek şandine meclisê. Komîteyê bang li Erdogan kir ku divê lêborînê ji Êzidiyan bixwaze û vî bêhirmetiya li dijî gelan vegere. 

ANF/BEHDÎNAN