Konfederasyona Komeleyên Piştevaniya Girtiyan (TUHAD-FED) 5’emîn Lijneya Giştî li Salona Resepsiyonê ya Parka Sumerê pêk anî. Di Lijneyê de Endamê Lijneya Koordînasoya Kongreya Civaka Demoratîk (KCD) û Parlamentera BDP'ê ya Amedê Emîne Ayna, reveberên BDP'ê nûnerên MEYA-DER, Însiyatifa Dayikên Aştiyê KESK û gelek welatiyên din amade bûn. Li salonê pankartên bi Kurdî û Tirkî yên “Pêşeroja Tirkiyeyê tê girtin ji Ocalan re azadî" "Ne tecrîd azadî, ne şer muzakere" vekirin. Ewil dîwan hat hilbijartin û piştre rêz hat girtin. Ewil Endamê Meclisa Daîmi yê KCD’ê Osman Ozçelîk axivî û qetilkirina Şahîn Oner û êrîşên li hemberî heyeta HDK'ê şermezar kir.

Piştî Ozçelîk peyama girtiyên PKK û PAJKê hat xwendin. Piştre sînevîzyona ku ji dîmenên Zindana Amedê yên Pêşengên PKK’ê Kemal Pir, Hayrî Durmuş, Mazlum Dogan û Rêbere Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk dihat hat pêşandan.  Seroka Giştî ya TUHAD-FED’ê Zubeyde Teker, diyar kir ku sala par girtiyan ji bo mafê gelê Kurd bixwazin û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rabe dest bi çalakiya girevê kirin û ji bo aştiyek mayinde û çareseriyê divê Azadiya Ocalan pêk bê. Teker, anî ziman ku êdî gelê Kurd gavan bi paşve navêje û dê heta dawî di rêça Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de bimeşin û têkoşina xwe berdewam bikin Teker, diyar kir ku dê ji bo azadiya Ocalan hertim qadan bin.
Parlamentera BDP'ê ya Amedê Emîne Ayna, jî diyar kir ku hevdîtinên li Îmraliyê tên kirin ne muzakere ne û ji bo muzakere pêk bên divê şertên azadiya Ocalan pêş bikevin. Ayna, xwest ji bo muzakere pêş bikevin Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe. Ayna, xwest lazim e êdî şert û mercên muzakere diyalog pêş bikevin. Piştî axaftinê bi yek lîsteyê ji bo rêveberiyê Zubeyde Teker, Selahattin Kaya, Hasan Îhsan Elyakut, Fatma Gokhan, Mehmet Temîzyuz, Omer Çetinkaya, Havva Ozcan, Roza Sinir Ekmen û Soylan Moray hatin hilbijartin. 

DÎHA/AMED