KCD, BDP, HAK-PAR, KADEP, Komeleya Nûbihar, MAZLUMDER, ÎHD, Odeya Tabîban a Amedê, Komeleya Nivîskarên Kurd, Komeleya Suryaniyan, Odeya Bazirganiyê ya Amedê, GUNSÎAD, TZPKurdî û bi qasî 20 partî û rêxistinên civakî der barê peşveçûnên dawî li Salona Resepsiyonê ya Amedê civîna çapemeniyê pêk anîn. Hevseroka KCD û parlamentera Wanê Aysel Tugluk, Serokê Koma BDP’ê û parlamenterê Colemêrgê Selahattîn Demîrtaş, Serokê Giştî yê KADEP’ê û parlamenterê Amedê Şerafettîn Elçî, parlamenterê Mûşê Demîr Çelîk û gelek nûnêrên partî û saziyên civakî tevlî daxuyaniyê bûn. Daxuyanî ji aliyê Şerafettîn Elçî ve hat xwendin. Elçî wiha axivî: “Îktîdara siyasî di çaresernekirina pirsgirêka Kurd de israr dike û di encamê de di rojên dawî de pêla şîdetê derketiya asta jor û ev yek jî tenê nabe sedema mirinan û her wiha bijarkeya çareseriya demokratîk û aştiyê jî tê tehdîtkirin.” Elçî da zanîn ku li hember buyerên dawî daxuyaniyên berdevkê hikumetê hatiya asta fikaran.
Şerê giştî
Elçî balkişand ser êrîşên Tirkiye û Îranê yên hevpar û diyar kir ku hîn hêzên navneteweyî jî piştgiriyê didin van êrîşan. Elçî anî ziman ku Tirkiye û Îran dixwaze bi êrîşên Herêma Federal a Kurdistanê ve ji nû ve teşe bidin Rojhilata Navîn, deskeftiyên Kurdan winda bikin û careke din Kurdan bê statu bihêlin. Elçî wiha axivî: “Raya giştî, bi taybet jî daxuyaniyên birêz Serokwezîr ku bi hestê tolhildanê tevdigere û konsepta nû ya ewlehiyê bi fikar dişopînin. Tê zanîn ku heman konsept di salên 1990’î de jî di bin navê şerê topyekûn ve hat ceribandin lê wê yekê xizmetî çareseriyê nekir. Raya giştî ya Kurd, tirk baş dizanin ku hemû tedbîrên ewlehiyê tê wateya zêdetir rijandina xwîn, rondikên çavan, kişandinên êş û binpêkirina mafan. Ji bo dîtina vê û devjêberdana rêbazên şîdetê gelek cerebe û sedem hene.”
Divê operasyon raweste
Elçî bilêvkir ku divê hikûmet pêvajoyeke demokratîk ya rasteqîn bide destpêkirin û ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd gavan biavêje û wiha pê de çû: “Divê şere ku pêşerojê tarî dike raweste, mafê gelên Kurd divê bê nasandin û her wiha ji bo azadî û wekhewiyê divê makeqanûneke nû bê amadekirin. Her wiha dimildest divê rondikên dayikan bê rawestandin. Her wiha daxuyaniyên ku di nav civakê de dibe sedema aciziyê divê neyê kirin. Em wekî saziyên sivîl ên civakê, partiyên siyasî yên Kurd û tevgerên Kurd carek din dibêjin ku pirsgirêka Kurd bi polîtîkayên şer û şîdetê nayê çareserkirin. Çareserî tenê bi gavên demokratîk û aştiyê pêk tê. Ji bo çareseriyê divê demildest operasyon bê rawestandin û divê PKK’ê jî çekên xwe daynin.”
Bo çareseriyê hevdîtin
Piştî daxuyaniyê rojnameger pirsa daxwaza çûyina parlamenter Selahattîn Dêmîrtaş ya li Îmraliyê kirin. Demîrtaş, destnîşan kir ku wekî heyet daxwaz dikin ku biçîn Îmraliyê, heke bersivêk erênî bê dayîn ev pêşketineke girîng e, lê heya niha bersiveke erênî nehat.
Demîrtaş, got ku “Heke çûyin pêk bê dê blok jî, BDP û KCD jî nêzîkatiya xwe ya pêvajoyê, ji bo çareseriyê ya bi diyalogê dê parve bikin. Hevdîtina ku pêk bê dê zirarê nede kesî.”
Demîrtaş pirsa rojnamegeran ya gelo dê piştî betlaneyê biçin meclisê an na bersivand û wiha got: “Birêz serokwezîr dema her carê me vedixwîne meclisê em her tim vê bi bîr dixin, me meclis terk nekiriye.” Demîrtaş diyar kir ku tevlî xebatên lijneya giştî dibin û wiha got: “Wekî fermî di meclisê de koma BDP’ê heye. Ger mecala serokwezîr hebe bikeve malpera meclisê dê bibîne ku komeke BDP’ê heye. Ji ber vê yekê me meclis terk nekiriye. Serokwezîr mijarê berovajî dide nîşandin û bi taybet jî çûyîna meclîsê bi zimanekî provokatîf tehrîb dike. Me biryar û tavrekî siyasî nîşandabû.” Demîrtaş da zanîn ku blokê biryara neçûyîna meclîsê daye û dê xwe nîqaş bikin û biryarê bidin.
DÎHA /AMED