'Em bi faşîzmê re rû bi rû ne'
Turk, destnîşan kir ku gelê Kurd bi faşîzmê re rû bi rû ne û wiha pê de çû: "Ev demek dirêj e operasyon tên kirin. Li Stenbolê gelek hevalên me yên hiqûqnas û rojnameger hatin binçavkirin û girtin. Mijar çibû? Têbiniyên Birêz Ocalan belavkirin bû. Gelo ev 10 salin ev hevdîtin nayên kirin. Ev hevdîtin ji aliyê hikûmetê ve li ber çavan tên derbaskirin. Ger hewcehiyê pê bibînin serwêsî çapemeniyê dikin? Niha van hevdîtina wekî îlegal nîşan didin û hinceta kesên li Stenbolê hatin girtin nîşan didin. Ev şerma demokrasiyê ye." Turk, bal kişand ser zextên li ser şaredariyên Sêrt û wiha axivî: "Em dibînin ku polîtîkayên wekî polîtîkayên di salên 1937-38'an de yên li Dêrsîmê yên ji bo Kurdan terbiye bikin hatin meşandin pêtkên. Polîtîkayên duh yên Kurd qetil dikirin îro bi girtina Kurdan berdevam dikin. Ev polîtîka berdevamiya polîtîkayên berê ne û divê wisa bê dîtin." Turk, daxuyand ku ew dê di 28-29'ê çileyê de kongreya KCD'ê pêk bînin û bêtir bihêz tevlî pêvajoyê bibin.
'Em lîstîkên tên lîstîn dizanin'
Turk, bi bîrxist ku bi hezaran siyasetmedar û hiqûqnas di girtîgehan de ne û bertek nîşanî daxuyaniya Serokwezîr Erdogan a "Ez bi hêza binerd re eleqedernabim" da. Turk wiha bang li Serokwezîr Erdogan kir: "Gelo BDP siyasta îlegal dike? Gelo rêxistinên sivîl ên civaîk li ser erdê dixebitin? Ez bi goti te dibêjim. Niha Birêz Serokwezîr û çapmeniya xwe ya alîgir van girtinan wekî şerê psîkolojîk dide meşandin. Gelo we di nava siyaseta sîvîl de kê hişt? We hemû kes girtin. Alîkara Seroka Giştî Fatma Kurtulan ji salên 1990'an heta niha di nav siyaseta sivîlî de ye. Di hilbijartinên 2007'an de bû parlementer. Niha çapemeniya alîgir dibêje 'Anîn şuan Nîhat Ograş' Nîhat Ograş kî ye? Alîkarê Serokê Giştî yê BDP'ê ye. Gelo heke ve dihate hilbijartinê dê ji serokwezîr hatiba pirsîn? Dê destûr ji serokwezîr hatiba girtin? Di nav hewildanekî alîkarên serokên giştî yên partiyekê îlegal nîşan bidin in. Em li vir dizanin ev lîstîk çawa tên lîstin. Li gel hemû zext û zordariyan em dê li cem têkoşîna gelê xwe ya azadiyê bin. Em dê li dijî raman van zaliman heya dawiyê têkoşînê bidin."
'Em ne li benda edaleta li dadgehan in'
Pişt re Hevseroka KCD'ê Aysel Tugluk jî axivî û diyar kir ku Tirkiye ber bi pêvajoyekî tarî ve diçe. Tugluk, anî ziman ku ev yek jî bo gelên li Tirkiyeyê dijîn ne baş e û wiha got: "Gelo hûn Kurdan bi kîjan zagonan di darizînînin? Li gorî me meşrutiyeta hukumên di bin navê zagonên TCK û TMK'ê de tên meşandin tuneye. Ji xwe sedema van pirsgirêkan ev zagon in. Ev girtin operasyonên dîl girtinê ne. Tu kesên me li benda li dadgehan adalet pêktê bê nîn e. Li vî welatî tu caran ji bo Kurdan dad pêk nehat. Yên van operasyonan dikin dad nîn e siyaset e."
Tugluk, anî ziman ku pirsgirêk bêyî Ocalan nayê çareserkirin û wiha axivî: "Encama van geşedanan berxwedana topyekûn e. Bedelên hatin dan ji bo serokwezîr nehatin dan. Birêz Fatma Kurtulan li Meclîsê wekîlî kir. Niha digirin. Em van girtinan şermezar dikin. Bi Birêz Ocalan re neaxiftin dewetiya ji şer re ye."
DÎHA/AMED