Rêxistina AKP’ê ya Bursayê, ji bo pîrozkirina salvegera avakirina partiya xwe ya 10’emîn li Navenda Çand û Merînosê ya Ataturkê xwarina fitarê da.
Gelek kes û parlamenterên AKP’ê tevlî xwarina fitarê bûn. Parlementerê AKP’ê Nurettîn Caniklî, di şevê de axaftinek kir. Caniklî, anî ziman ku di dema hikûmeta wan de pisgirêkên welat hemû çareser bûne. Caniklî, got ew ê pirsgireka kurd bi kadroyên leşkerî yên profesyonel çareser bikin û wiha berdewam kir: ‘’Niha pirsgirêka Tirkiyeyê tene ‘teror e’ em ê pirsgirêka ‘terorê’ bi kadroyên profesyonel ên leşkerî û rayedayîna polîsan çareser bikin.’’ Dema Caniklî di got em ê pisgirêka kurd bi çekê çareser bikin, derketina hin welatiyan li salonê bal kişand.
BÛRSA