Muslim axaftinên xwe wiha berdewam kir: “Pevçûnên niha piranî li taxên ku komên Îslamî yên radîkal lê ne diqewimin. Li van deran Kurd jî dijîn û bandorek nerênî ya van pevçûnan heye. Beriya demekê sê kurdên sivîl jiyana xwe ji dest dan. Heta niha taxên ku Kurd lê dijîn nebûne hedefa alîgirên artêşa Sûriyeyê û ne jî Artêşa Sûriyeya Azad. Ez dikarim bêjim kurdên li Helebê xwe baş rêxistin kirine. Hêzên xwe yên parastinê amade kirine û taxên kurdan diparêzin.”
Salih Muslim bal kişand ser kontrola kurdan a li ser herêmê û destnîşan kir ku li bajarên Qamişlo û Serê Kaniyê leşkerên rejîma Sûriyeyê hene, lê belê evan xwe tevli karên rêveberiyên herêmî nakin.

Kontrola Osmaniyên nû
Muslim îdiayên dewleta Tirk ên ku dibêjin PKK li ser sînorê Rojavayê Kurdistanê bi cih bûye nirxand û got ku li Sûriyeyê tu xebatên PKK’ê tune ne, evane hemû îdiayên ji aliyê rayedarên Tirk ve hatine çêkirin in. Muslim wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev 30 sal in Enqere di bin navê têkoşîna li dijî PKK’ê de, tevî partiya me, li dijî hemû kurdan têdikoşe. Beriya her tiştê naxwaze kurdên li Sûriyeyê bibin yek. Ji ber ku Enqere, hemû polîtîkayên xwe yên li hemberî kurdan, li ser esasê nêrînên cûda yên kurdan amade dike. Ji roja serhildanên li Sûriyeyê dest pê kirin û vir ve, Tirkiye ji bo leşkerên xwe têxe Sûriyeyê li hincetan digere. Gumana wê ne ji bo demokrasiya Sûriyeyê ye, tenê ditirse ku kurdên li Sûriyeyê bigihin mafên xwe yên neteweyî. Ne erebên li Sûriyeyê û ne jî kurd nema êdî dixwazin bikevin bin kontrola Osmaniyên Nû.”
Muslim bersiva da pirsa der barê îdiayên ku dê Artêşa Sûriyeya Azad, ji ber alîkariya çekan a ku Tirkiye dide, li hemberî PKK’ê şer bike û got: “Nunerên sivîl ên Artêşa Sûriyeya Azad bi hêzên xweparastinê yên kurdan re di nava têkiliyan de ne. Lê Artêşa Sûriyeya Azad ji pêkhateyên cûda pêk tê. Hin ji wana têkiliya wan bi me re baş e. Em parçeyek ji muxalefeta Sûriyeyê ne û em tu carî ji wana dûr neketin. Lê di nava muxalefeta Sûriyeyê de yekitiyek tune ye. Muxalefeta ku têkiliyên me pêre xurt, muxalefeta navxweyî ye.  Em ji bo Sûriyeyek demokratîk a ku mafên hemû netewe û hêmarên olî têde bên qebûlkirin têdikoşin. Em dixwazin raya giştî ya cîhanê piştgirî bide vê hewldana me. Ji ber vê jî hêviyên me yên mezin ji Rûsyayê hene. Rûsyaya ku di polîtîkaya cîhanê de xwedî rolek pêşeng e, di çareseriya krîza Sûriyeyê de jî girîng e. 

ANF/MOSKOW