Ji ber ku dê bi bendava Ilisu warê dîrokî û çandî Heskif di bin avê de bimîne bertek her ku diçin zêde dibin. Parazvanê xweza û jiyanê Ercan Ayboga, bertek nişanî projeya hikûmetê ya bendava Ilisu da û anî zimna ku hikûmet bi vê bendavê xizmenê ji tu tuştî re nake. Ayboga, anî ziman ku tu sedem û pêdiviya vê bendavê tune û hikûmetê kiriye înad. Ayboga, da zanîn ku ew li dijî vê bendavê ne û hilberîna vê enerjiya ne ji bo gel e.
Pispor û derdorparêz diyar dikin ku ev proje têkeve meriyetê dê herêm di qada çandî, dîrokî, ekolojî û aboriye de têk biçe. Li herêmê li aliyekî di qada aborî û kar de razemenî nayê kirin, lê di projeya Ilisû de israr tê kirin. Endamê Hewldana Jiyandina Heskîfê û parazvanê xwezayê Ercan Ayboga, bertekên xwe yên li hemberî projeyêyê anîn ziman û wiha got: “Her çend hikûmet dibêje ji bo hilberîna enerjiyê vê projeyê pêk tîne jî ev baweriyê nade mirovn. Ji ber ku çareseriya enerjiyê serfkirina enerjiyê ye. Em çawa enerjiyê serf dikin û li ku serf dikin? Dibêjin salê ji sedî 7-8 pêdiviya enerjiyê zêde dibe. Lê em dibînin ku hilerîna enerjiyê ji bo şer û welatên din tê hilberandin. Em li dijî Bendava Ilisû ne. Ji ber ku hilberîna enerjiyê ne ji bo gelan e. Ji bo berjewendiyên welatên serdest e. Xizmetê ji gelê herêmê re nake.”

3 vardıya de 300 karker
Ayboga, da zanîn ku di kanûna 2005’an de konsorsiyuma Ilisûyêde pêk hat û dewletên Almanya, Avusturya û Swêdê di kanûna 2006’an de ev peyman erê kir. Ayboga, da zanîn ku ji ber dê bendava Ilisûyê Heskîf û geliye Dîcleyê di bin avê de bilêhe û berteka gel li hemberî vê yeke zêde bû, dewletên Almanya û Avusturya di sala 2009’an de qirêdiya xwe ya ji bo projeyê bi paşve kişand. Ayboga, da zanîn ku piştî dewletên ewropayê piştgiriya xwe ji ser Tirkiyeyê kişand vê carê hikûmetê berê xwe da çavkaniyên herêmê yên Garantî û Akbankê. Ercan Ayboga, destnîşan kir ku hikûmetê berê qirêjî ji aliyê çavkainyên Ewropayê de bi dest dixsit, lê niha berê xwe daye çavkaniyên herêmî. Ayboga, destnîşan kir ku hikûmetê di adara 2011’an de dest bi îşaata bendava Ilisuyê kir û wiha got: “Bendava ku diviya bû di 7 salan de bi dawî bibe plan kirin ku di 5 salan de bi dawî bikin. Di bendava ku bi 3 vardiyan pêk tê de 300 karker dixebitin. Dixwazin înşaeta bendavê bi lezgîn xelas bikin û warê dîroki di bin avê de bihêlin. 

‘Ji bo hikûkemê bû înat’

Ayboga, da zanîn ku li herêmê ji 3 rojeyên Hikûmetê yên mezin yek jê projeya Ilisû ye û ev yek ji bo hikûmetê bûye Înat. Ayboga, da zanîn ku niha têkoşîna di navbera hikûmetê û saziyên sivîl, parazvanên jiyanê berdewam dike. Ayboga da zanîn ku tu sedem û hinceta hikûmetê ya li gorî aqil tune û tu pêdivî û hewcedariya bendava Ilisû jî li herêmê tune ye.
Ayboga, da zanîn ku bi salan e hewl didin ku ji bo Heskîfê biparêzin dengê xwe li hemû welatên cîhanê bilind dikin û wiha axivî: “Ji bo ku em karibin vê projeyê bidin sekinandin, divê berî her tiştî gelê herêmê û saziyên navneteweyî piştgiriye bidin me û heta dawî têkoşîna xwe berewam bikim. Divê çalakiyên mezin ên bi gireyî bên kirin û di çalakiyan de biryar û israrek daîmî hebe. Ger ku têkoşinek mezin li hemberî vê yekê neyê kirin dê heskîfê di bin avê de bimîne û dê dîrok û çand têk biçe. Hikûmet û dewlet herî zêde ji bertek û çalakiyên gundî û welatiyên herêmê ditirse. Ji ber vê yekê dixwaze welatiyên herêmê îkna bike. Lê bila her kes baş zanibe ku tu fêda vê hilberîna enerjiyê li gelê herêmê tune ye. Hemû fêde ji bo berjewendiyên hêzên serdest in.” 


EVRÎM KEPENEK - DÎHA-AMED