
Serokê DYA'yê, got, bûyera bajarê Hemayê, rûyê rastî yê rejîma Sûriyeyê nîşan da.
136 kes hatin kuştin
Li Sûriyeyê artêşa Sûriyeyê li dijî bajarên Hema, Dera û Dêelzurê dest bi operesyonên berfereh û dijwar kir. Derbarê operesyonên ku hatine kirin de, Rêxistina mafên mirovan ya Sûrî ragihand ku di encama pevçûna îro li bajarê Hemayê 100 kes hatiye kuştin û li bajarê Dêrelzurê jî 20 û li Dera'yê jî 16 kes hatine kuştin.
Her wiha wê rêxistinê da zanîn ku ji ber parçebûna rêzên artêşa Sûriyeyê, di navbera artêş û yekeyên ku cuda bûne de şer û pevçûneke dijwar derketiye û di encamê de, 136 kes hatine kuştin û hîn jî ew şer berdewam e.
PUKmedia /AKnews