Demîrtaş, li ser pirsgirêka kurd û polîtîkayên dewletê yên li hemberî pirsgirêka kurd axivî. Demîr, di serî de helwesta polîsan a „Ez dewlet im“ rexne kir û xwest dewlet xizmetê bide gel. Demîrtaş anî ziman ku êdî gelê kurd vê hişmendiyê û dewletê qebûl nake û dê derkeve kolanan. Demîrtaş, bilêv kir ku ew dê her tim di siyaseta demokratîk di israr bikin. Demîrtaş bibîr xist ku tenê parlementerên Eniyê 114 salan di girtîgehê de mane, lê ew dê dîsa ji bo aştî û çasereseriyê israr bikin.

‘Çareserî hepsa malê ye’
Demîrtaş, anîn ku polîtîkoyên dewletnê yên li hemberî pirsgirêka kurd dubare dibin û wiha got. „Li tirkiyeyê 12 salin hikûmet û dewlet derewan dubare dikin. Piştî ku Rêberê Gelê Kurd Birêz Ocalan di 15’ê Sibetê de bi kompoyekê hate dîlgirtin got pirsgirêk bi dawîe bûye. Bila her kes zanibe di şexsê Birêz Ocalan de gelê kurd dîl tê girtin. Ey gelê tirk hûn tên xapandin. 12 salin hêj pirsgrêk nehatiye çarekserkirin. Bi tecrîd û dîlgirtinê lîstikê li ser siyasetê dimeşînin û gel dixapinînin.“
Demîrtaş da zanîn ku gelê kurd lîstikê hikûmet û dewletê baş dizane xwest meşa Gemlîkê pêk bîne û wiha got: „Tiştê ku hûn asteng dikin hewldana aştiyê ye. Hûn aştiyê asteng dikin. Kengî we ev astengî li pêşiya gel rakir dê aştî bê. Gelê kurd vê rastiya ku tê dubare dike dizane. Dewlet 12 salin dubareyan dike û gel dixapîne. Divê êdî gelê tirk jî vê rastiya dewletê bibinê. Di salên 1990’an de dewlet çibû. Niha jî dewlet heman tişt e.“ Demîrtaş, helwesta polîsan a li dijî parlenenteran jî şermezar kir û da zanîn ku her çend ew dewlet bin jî dê gel vê dewletê qebûl neke.
Demîrtaş, destnîşan kir ku di serdema Kenan Ewren û serdema hikûmeta AKP’ê de tu tişt nehatiye guhertin. Demîrtaş, bilêv kir ku binpêkirina mafan û polîtîkayên li ser çand, ziman, nasname û siyasetmedarên gelê kurd dubare dike. Demîrtaş, bilêv kir ku rê û rêbaz hatine guhertin, lê dîsa feraset nehatiye guhertin. Demîrtaş, bibîrxist ku feraet û nêzîkatiya li dijî nasnameya gelê kurd nehatiye guhertin û wiha got: „Wê demê jî kurd di ger û seyranê de ji ber nasnameya xwe dihatin girtin û binçavkirin û niha jî heman dewş didome. Hûn nikarin li pêş derketina me ya kolanan bibin asteng. Hûn nikarin bi astengiyan pirsgirêkê asteng bikin. Rojek 3 roj hefteyek hûn asten bikin, lê hiştî demek din dê dîsa heman pirsgirêk derkeve pêşiya wan. Bila li mînaka Kenan evren binerin, wê bizanibin ku bi vê ferasetê bi ser nakevin. Em feraseta dewletê ya bi vi rengî qebûl nakin.
Demîrtaş, feraseta Erdogan rexne kir û da zanîn ku gelê kurd dê tu carî vê ferasetê qebûl nekin û red bikin. Demîrtaş, bal kişand ser helwesta polîsan a li hemberî parlementeran û wiha got: „Nêzîkatia polîsan di şexsê parlementeran de li dijî gelê kurd e.“


 DÎHA/ENQERE