Bi zivirîna parlamenterên BDP’ê ji bo meclîsê êrîşên girtina siyasetmendarên Kurd zêde bûn. Bêguman herkes li bendê bû bi vê vegerê re kêşe ber bi çareseriyê ve biçe. Lê belê hikûmeta AKP’ê dîsa pêl bi pêl Kurdan digre û dixe zindanê. Bi vê boneyê hema bêje li her deverên ku Kurd lê dijîn van êrîşana şermezar dikin. Rewşenbîrên li Herêma Federal a Kurdistanê jî êrîşên dewleta Tirk şermezar kirin.
Rewşenbîrê Kurd Mumtaz Heyderî binçavkirin û girtinên Kurdistaniyan şermezar kir û wiha axivî: “Dewleta Tirk ji roja ava bûyî heya niha dewleteke regezperest/nijadperest a dij bi neteweya Kurd û dij bi mirovahiyê ye. Ev nêzî sedsalek/sedeyek e ku siyaseta dewleta Tirk ya ji bo Kurdan her wekî xwe ye û nayê guhertin û her tim li hemberî Kurdan tê xebitandin.”
Heyderî bal kişand ser siyaseta AKP ya ku dibêje demokrasî heye û wiha pêde çû: “Guhertinên ku têne gotin jî hemû derew in, li makezagonê jî ji bo mafê gelan ti guhertin nayên kirin. Ji ber ku em hemû li bendê bûn ku parlamenterên Kurd vegerin meclîsê û vegeriyan, lê AKP’yê bi girtinan pêşwaziya van parlamenterana kir.” Mumtaz Heyderî got ku pêwîst e di demeke kurt de kongreya netewî çêbibe, daku yekitiya neteweyî ya Kurdan çêbibe.

Divê ziman û nasnameya Kurdan bê nasîn

Endamê Yekitiya Parlamenterên Kurdistanê Tariq Cenbaz jî di vê mijarê de axivî û got bi girtin, xiwînrijandên tu dozek negihiştiye armanca xwe û wiha pêve çû: “Şer, xwînrijandin nabe çareseriya tu dozekê, ya ku çareserî pêve tê tenê diyalog û rûniştina ser masê ye. Em hêvîdar in ku ev girtinana demî bin û di zûtirin demê de kêşe were çareserkirin.”
Her wiha Cenbaz got girtina siyasetmendarên Kurd karekî kirêt e, ji ber ku bi girtinan çareserî pêk nayê. Herî dawî Cenbaz bal kişand ser bangên dewleta Tirk yên ji bo welatên derdor ku dibê mafê gel bide jî û got ku li Tirkiyeyê 20 milyon Kurd hene li şûna ku ji derdorê re dibêje, pêwîste destpêkê nasnameya Kurdan û zimanê wan were qebûlkirin.

ANF/HEWLER