Serokatiya Kongreya Netewî ya Kurdistanê êrişên leşkerî yên artêşa Tirk ên li ser gelê Kurd û gerîlayên HPG’ê bi tundî şeremzar kir û got; “Militarîzma dewleta Tirk û desthilatdariya AKP’ê, li Kurdistanê dagirkeriya qirkirina sedsalê da destpêkirin. Ji aliyekî ve balafirên şer, ji aliyê din ve top û tankên artêşa Tirk, bakûrê Kurdistanê, Herêmên Parastina Medya û başûrê Kurdistanê bombebaran dikin. Di hedefa hêzên dagirkerên Tirk de, gund û gundî, gerila, zozan û koçer, bi giştî Kurd û Kurdistan hene.”
KNK’ê di daxuyaniya bi boneya êrişên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê dayî got ku ev êriş dijî hemû Kurd û Kurdistanê ye. KNK’ê bal kişan ser rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî got ; “Dewleta Tirkiyeyê û desthilatdariya AKPê, 20 roj in ku hevdîtina parêzeran ya bi Serokê Tevgera Azadiya Kurd Abdullah Ocalan re, bi awayekî kîndarî asteng dikin û got; “Hemberî ku Tevgera Azadiya Kurd û saziyên neteweyî yên Kurd dewleta Tirk şiyar kirin jî, dewleta Tirk û desthiatldariya AKPê, huquqê xwe û huquqê navneteweyî bin pê kirin û destur nedan ku parêzer biçin Îmrali.”
KNK’ê got; “Militarîzma dewleta Tirk û desthilatdariya AKPê, li Kurdistanê dagirkeriya qirkirina sedsalê da destpêkirin. Ji aliyekî ve balafirên şer, ji aliyê din ve top û tankên artêşa Tirk, bakûrê Kurdistanê, Herêmên Parastina Medya û başûrê Kurdistanê bombebaran dikin. Di hedefa hêzên dagirkerên Tirk de, gund û gundî, gerila, zozan û koçer, bi giştî Kurd û Kurdistan hene.  Piştî civîna li Enqereyê ku konsolosê Îranê û konsolosê Emerîka cûda cûda bi serokwezîrê Tirkiyeyê Tayyip Erdogan re civîn çêkirin, ferman û fetwa qirkirina Kurdan dest pê kir. Di encamê de, hevkarên faşîst, Ergenekona CHPê, Ergenekona MHPê û Ergenekona AKPê di nava seferberiyeke giştî de li dijî gelê Kurd îlan kirin û balafirên şer Herêmên Parastina Medya û başûrê Kurdistanê bi saetan bombebaran kirin.”

Astengkirina hevdîtina bi Ocalan re
KNK’ê diyar kir ku Dewleta Tirkiyeyê û desthilatdariya AKPê, 20 roj in ku hevdîtina parêzeran ya bi Serokê Tevgera Azadiya Kurd Abdullah Ocalan re, bi awayekî kîndarî asteng dikin û got; “Hemberî ku Tevgera Azadiya Kurd û saziyên neteweyî yên Kurd dewleta Tirk şiyar kirin jî, dewleta Tirk û desthiatldariya AKPê, huquqê xwe û huquqê navneteweyî bin pê kirin û destur nedan ku parêzer biçin Imrali.

'Fermana Erdogan erê kirin'
KNK’ê got; “Di heman demê de, serokwezîrê Tirkiyeyê Tayyip Erdogan, fetwa û fermana qirkirina gelê Kurd li darî cîhanê da, BDP û KCD hedef nîşan dan” û wiha domand; “Serokkomarê Tirkiyeyê Abdullah Gul, serokê parlamena Tirkiyeyê Cemîl Çîçek, serokê muxalefetê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu û serokê MHP’ê Dewlet Bahçelî, fetwa û fermana Erdogan ya qirkirina gelê Kurd erê kirin.”

'Texrîbatên mezin hene'
KNK’ê destnîşan kir ku ev teva didine xuyakirin ku, statukoparêz, dogmatîk, lîberal, çepgir û ratsgirên rewîzyonîst, cemaet û kapîtalîst, di xeta faşîzma kujer de bûne yek û fetwa û fermana qirkirina gelê Kurd dane destpêkirin û wiha domand; “Balkêş e ku, li darî çavên cîhanê û bi awayekî hovane xaka Kurdistanê, bi gund û zozanan ve, bi deşt û newalan ve, bi mêrg û deştan ve tê bombebarankirin. Mirov, heywan, ax û av, hewa û jiyan têne kuştin.”

Serokatiya KNK’ê got; “Lê raya giştî ya cîhanê, Neteweyên Yekbûyî, Yekîtiya Ewropa, sazî û dezgehên demokratîk, parêzevanên mafên mirovan û parêzvanên xweza dengê xwe dernayêxin. Mixabin wijdanê raya giştî ya cîhanê jî, li hemberî qirkirina gelê Kurd razayî ye û wisa xuya dike ku şiyar jî nabe.


Bangewazî ji bo sazî û dezgehên Kurd
Daxuyaniya KNK’ê wiha dodime; “Em weke KNK’ê bang li tevahiya gelê Kurd, li sazî û dezgehên Kurd, li partî, rewşenbîr, nivîskar û kesayetiyên Kurd teva dikin ku, kêr gihaye hestî û dibin pêşangiya AKP'ê de, şerekî topyekûn û di rengê qirkirinê de li dijî gelê Kurd, li dijî îradeya gelê Kurd, li dijî destketiyên gelê Kurd hatiye destpêkirin. Ne tenê Bakûr, ne tenê Başûr, ne tenê Rojava û ne tenê Rojhilatê Kurdistanê, tevahiya Kurdan di hedefa dijmin de ne. Pêwiste her Kurd, her sazî û dezgehên Kurd, her partî û hêzên Kurd, her nivîskar, rojnamevan, rewşenbîr, jin û mêr, ciwan, biçûk mezin, bi awayekî seferberî û bi giyanê şoreşgerî li dora Tevgera Azadiya Kurd kom bibin û li dijî êrîşên dagirkeriya qirkirin û tunekirina gelê Kurd, di her qada jiyanê de û li her cihê ku Kurd lê dijîn, dijberiyek tund û dijwar nîşan bidin. Pêwiste Kurd, li dijî qirkirina sedsalê, têkoşîne şoreşgerî ya gel, di nava sefereberiya giştî de bidin destpêkirin. Ji ber ku, Kurd çarenûsa man û mirinê dijn. Divê Kurd zanibin ku, di qonaxa ku gelê Kurd wek îradeyeke siyasî û bi modela Xweseriya Demokratîk derkete holê û di qada navneteweyî de hate nîqaş kirin; dewleta Tirk û desthilatdariya AKP’ê û Serokwezîr Recep Tayyip Erdogan, seferberiya şerê qirkirina gelê Kurd dane destpêkirin. Ev konsepta berdewama Komploya navneteweyî ye. Pêşî bi êrîşên dagirkeriya Îranê destpêkirin, piştre destdirêjiyên li Başûrê Rojava dane destpêkirin, îro jî dagirkeriya qirkirina li hemberî Tevgera Azadiya Kurd û başûrê Kurdistanê dane destpêkirin.
Ji bo gelê Kurd hawar daketiye û pêwiste Kurdên cîhanê teva tehlokeya mezin bibînin. Divê baş zanibin ku tevahiya Kurdan û tunekirina Kurdan di hedefa Erdogan de ne.
Em weke KNK banga seferberiyê li tevahiya gelê Kurd, li sazî û dezgehên Kurd û hêzên Kurd, li nivîskar, rewşenbîr û kesayetiyên Kurd teva dikin ku li dijî dagirkeriya qirkirinê bi giyanê şoreşgerî têkoşînê dijwar bikin.

Her weha en bang li hemî sazî û hêzên navtewî û reya giştî ya Cihanî dikin, li hember vê zilmê û van êrîşên qirkirinê derkevin, banga Gelê Kurd bibihîzin û ji bo aştiyekî adilane bixebitin.  Bi vê munasebetê em vê êrîşa hovane şermezar dikin û emê heta dawîyê li ber xwe bidin û serbikevin.”

ANF/BRUKSEL