Şaredara Wêranşarê Leyla Guven jî diyar kir ku, li Parîsê qetilkirinek hovane pêk hatiye Guven anî ziman ku ji bo ku rê li pêş jiyana Kurd û Tirk ya bi hev re bigirin, ji bo rê li pêş aştiyê bigirin ev qetilkirin pêk hat.
Guven da zanîn ku, her kes dibêjin ‘Pêvajo Hasase’ û wiha got: "Raste pêvajo hasas e. Mirovan 68 rojan çalakiya greva birçîbûnê pêk anîn. Ji bo azadiya Ocalan e. Li Mêrdînê gerillayek hat înfazkirin. Li Lîceyê 10 gerilla û li Colemêrgê 13 gerilla hatin qetilkin. Kesên aştiyê û çareseriyê naxwazin van qetilkirinan pêk tînin."
Prz. Meral Daniş Beştaş jî anî ziman ku, doz siyasî ye û ji ber Kurd in tên darizandin. Wekîlê Şaredarê Colemêrgê Kazim Kurt jî piştî delîlên di derbarê wî de hatin xwendin xwest bi Kurdî parastinê bike. Lê parastina Kurt hat astengkirin. Prz. Arzu Pamukçu Yordem jî parastin kir û îdîa red kir.
ANF/AMED