Mîranî destnîşan kir ku dema pirsgirêk dibe Kurd û dema dibe tevgera azadiya gelê Kurd ên wekî PKK û PJAK’ê hemû hêzên Rojhilata Navîn ên wekî Tirkiye, Îran, Iraq, Sûriye û yên din dibin yek. Miranî, daxuyand ku hemû hêz li hemberî tevgêrên azadiya Kurd dikevin nava tevkariyekê û bi hevre şekerî dimeşînin. Mîranî, ji gelê Kurd xwest ku li hemberî vê polîtîka û lîstikê hişyar bin û neyên van lîstîkan.
Parlamentera Duhokê yê Parlamentoya Herêma Federal a Kurdistanê Emîne Zîkrî jî anî ziman ku bi van operasyonan dixwazin hem krîza aborî û hem jî krîza siyasî pêş bixin. Zîkrî, da zanîn ku bi vê êrîşê hem peymana navneteweyî ya şer û hem jî peymana neteweyî hatiye binpêkirin. Zîkrî, destnîşan kir ku li gorî xala 110’emîn parastina sînorê Iraqê peyvira Herêma Federal a Kurdistanê ye û ev yek nehatiye parastin. Zîkrî, da zanîn ku berpirsiyariya hemû welatan di vê operasyonê de heye û herî zêde ewlehiya welatiyên herêmê di talûkeyê de ye. Zîkrî, ji Mesût Bersanî û gelê Kurd xwest ku li hemberî vê yekê bertekên xwe zelal bikin.
HEWLÊR/DÎHA