Mexmuriyan diyar kir ku heta Ocalan negêje azadiya xwe û tecrîda li ser Ocalan bi dawî nebe dê çalakiya xwe berdewan bikin.
Komê beriya çalakiyê civîna gel li Saziya Malbatên Şehîdan pêk anî. Civînê bi rêzgiritnê dest pê kir. Di civînê de endamê Meclîsa Gel ya Demokratîk Delîl Çirav axivî û operesyonên dewleta tirk ên qirkirinê û tunekirinê şermezar kir. Çirav, anî ziman ku dewleta tirk di van operasyonên xwe de bi gîştî sivîlan dixe hedefa xwe û wiha got: "Di bûyran de 5 endamên HPG yên li Heftenînê di encama êrişên balefirên artêşa tirk de jiyana xwe ji dest dan. Em wan bibîr tinînin. Em dibêjin bila serê gelê Kurd tû tevgerê sax be. Em bi vê wesileyê vê civîna xwe bi bîranîna van hevalan dardixin. Em tecrîda li ser Rêberê me tê meşandin, şermezar dikin. "
Li navçeya Misircê ya Sêrtê astengkirina hevdîtinên Rêberê PKK'ê Abduyyah Ocalan a bi parêzeran re û operasyonên leşkerî û siyasî hatin şermezarkirin. Ciwanên ku li taxa Tekelê hatin ba hev riya Sêrt û Êlihê li trafîkê girtin û saeteke agir pêxistin û ji bo Ocalan dirûşm berz kirin. Ciwanan çalakiya xwe bi dirûşman bi dawî kirin.  Dikandaran li navçeya Nisêbînê ya Merdînê, 64 roj in astengkirina hevdîtinên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a bi malbat û parêzeran re bi venekirina derebeyan şermezar kirin. Di çarçoveya çalakiyên her çarşem tên kirin de vê hefteyê jî dikandaran derebeyên dikanên xwe venekirin. Li navçeyê bêyî dermanfiroş û firinan dikanên hemû dikan hatin girtin.

Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê astengkirina hevdîtinên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a bi parêzeran re û girtinên di demên dawî de hatin şermezarkirin. Gelek kes û Şaredarê Elîgorê Halîl Parildar, Însiyatîfa Dayikên Aştiyê, DOKH, endamên BDP'ê tevli daxuyaniyê bûn. Endama Meclîsa Şaredariyê Guler Koştî diyar kir ku tiştên ku qewimîne ispata polîtîkaya durû ya dewleyê ye. Koştî da zanîn ku tiştên ku diqewimin bi awayeke şaş ji raya giştî re tê ragihandin û bi hestên dayikan ve tê lîstin. Koştî bilêv kir ku polîs li ser gel terorê dimeşînin û xwest operasyon bêne rawestandin, girtiyên siyasî bêne berdan û tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Ocalan bê rakirin. Li navçeya Melezgîrê ya Mûşê astengkirina hevdîtinên Rêberê PKK'ê Abudllah Ocalan a bi parêzeran re hate şermezarkirin û hate gotin ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd divê bi Ocalan re hevdîtin pêk bê.

NAVENDA NÛÇEYAN