Li Tirkiyeyê ku xwe wekî dewleta hiqûqê bi nav dike li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan zagon û hiqûqa taybet tê meşandin. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê di bin tecrîda ku li tu deverê cîhanê mînaka wê tuneye de dijî. Li gel hemû serlêdan, nerazîbûn û çalakiyan dîsa 300 roj in ne parêzer û ne jî malbata Ocalan nikarin biçin Îmralî û bi tu awayî agahiyê ji Ocalan nagirin. Li gel Ocalan 5 hikumxwarên PKK'ê jî rastî heman cezayên tecrîdê tên. Her çend di 11'ê çileyê 2011'an de Komîsyona Edaletê ya Meclîsê pêşniyara Guhertina Zagona Înfaza Tedbîrên Ewlehiyê û Ceza qebûl kir û "xala tecrîda li ser Ocalan tê meşandin dike zagon" xistin rojeva Meclîsê jî hêj ji rojevê derneketiye. Di salên 2010, 2009, 2008 û 2005'an de di salên berîya wê de jî dîsa gelek caran Ocalan rastî tercîda bi mehan hat. 

Sarica: 300 roj in tecrîd heye
Parêzerê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Rezan Sarica tecrîda girankirî ya li ser Ocalan ku ket 300 rojan nirxand. Sarica diyar kir ku tecrîda li Îmraliyê veguheriye îşkenceyê û wiha got: "Ev tecrîda li ser Ocalan tê meşanin gelek beşê civakî dixe bin badora xwe. Parêzerên buroyê bêtir dixe bin bandorê. Bi hinceta "Notên hevdîtinê fermanê didin rêxistinê" 36 parêzer hatin girtin. Ji 27'ê Tîrmeha 2011'an heta niha 10 meh in em bi hincetên "Keştî xerabe ye" û "Muxalefeta hewayê" nikarin bi muwekilê xwe re hevditinê bikin. Em bawar nakin ku keştî xerabe ye û muxalefeta hewayê heye. Em pir baş zanin ku sedem ne ev e û siyasî ye."

Bêdengiya navdewletî
Sarica, destnîşan kir ku rayedarên hikûmetê bi daxuyaniyên xwe pir aşkere diyar dikin ku tecrîda tê meşandin siyasî û bi zanebûn e. Sarica, da zanîn ku li cîhanê jî êdî li dijî tecrida li ser Ocalan bertek nayên nîşandan û wiha axivî: "Bêdengiya welatên cîhanê dibe sedema aramiya hikûmetê. Ji ber vê yeke serlêdanên me yên navneteweyî bê wate dimînin. Di 19'ê kanûna 2012'an de birayê muwekilê me birin Îmraliyê. Çima wê demê keştî ji bo malbatê ne nexabe bû û çima ji bo me xerabe bû. Wê demê me jî ji bo roja çarşem û înê serî lê dabû. Çima malbat birin îmraliyê û çima ji bo me keştî xerabe bû? Li gorî şertên asayî diviya bû malbat di hefteyên 2'emîn û 4'emîn de biçin Îmraliyê, lê malbat di hefteya 3'emîn de şandin Îmraliyê. Ev pir xuya dike ku astengiyên li ser Îmraliyê pir keyfî ne.
Sarica, da zanîn ku ger di rastiyê de keştî xerabe be jî dîsa binpêkirina mafan heye û wiha got: "Ger keştî xerabe be jî divê alternatif hebin Divê keştî bê tamîrkirin ango keştiyek din bê amadekirin. 10 mehin hêj neşandine tamîrê. Çima heta niha neşandin tamîrê û di meha dawî de şandin tamîrê? Ev raste rast îhlala peymana Mafên Mirovan a Ewropayê ye û DMME û PMME'ê li hemberî vê binpêkirinê bêdeng dimînin."

'37 parêzer hatin girtin'
Sarica, bilêv kir ku pêkanînên li dijî Ocalan bi zanebûn û bi armanc tê kirin û wiha berdewaml kir: "Berê jî gelek caran pêkanînên bi vî renî pêk hatin. Lê heta niha ev qas dirêj berdewam nakiriye. Li dijî muvekkilê me pêkanînên bi qasid, zanebûn û bi armanc tê kirin. Ev êrîş e. Ji ber rewşa wî ya dîrokî û neteweyî ev tecrîd pêk tên. Muwekilê me jî heman tiştî dibêje. Ji bo em vê yekê bînin ziman me li gelek cihan serlêdanên hiqûqî û zagonî kirin. Lê dîsa binpêkirina mafan didome. Heta niha me 4 caran serî li DMME'ê da. Berê jî me ji bo daxwazên muwekilê xwe gelek caran serî li Ewropayê da. Li gel vê yekê di 22'ê Mijdara 2011'an de li dijî parêzaran operasyon pêk hat. 37 parêzer hatin girtin."

'Em ji tenduristiya Ocalan agahiyê nagirin'
Sarica, fikarên xwe yên der barê tenduristiya Ocalan de jî anî ziman û wiha got: "Li gorî zagonan divê tu girtî û hikumxwar rastî pêkanînên taybet û hiqûqa taybet neyê. Lê mixabin muwekilê me rastî hiqûq û zagonên taybet tê. Li girtîgeha Îmraliyê hiqûq û zagon pir taybet dimeşin. Ji ber vê rewşê 5 girtiyên PKK'ê yên li cem Birêz Abdullah Ocalan jî dimînin rastî heman pêkanînê tên. Ji ber van pêkanînên taybet em qet agahiyê ji tenduristiya Brêz Abdullah Ocalan girtiyên din nagirin. Ji ber astengiyên li pêş Birêz Ocalan parêzerên girtiyên din jî nikarin biçin Îmraliyê û mafê wan jî tê binpêkirin. Me ji ber vê rewşê serlêdana sûc li Serdozgerê Komarê yê Mudanyayê kir. Lê Serdozger biryara hewce bi şopandina dozê tune da. Li ser vê yekê me Serî li DMME'ê da. Doza me ya li DMME'ê didome. "

'Mafê parastinê tê binpêkirin'

Sarica, bilêv kir ku ew bawer nakin ku biryar tenêk ji aliyê Tirkiyeyê ve tê meşandin û ji ber vê yekê berê jî serîli CPT dabûn. CPT'ê jî lêkolîn kiribûn û di rapora xwe de diyar kiribû ku tecrîd tê meşandin. Sarica, da zanîn ku dixwazin milê hiqûqî yê muwekilê wan bişkînin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Dosyayên muwekilê me yên DMME'ê didomin. Niha 4 dosya kirine yek. Divê di demek nêzîk de biryarek bê dayîn. Hej me tu hevditin pêk neanîne. Ji ber astengiya hevdîtinê mafê parastinê bi tevahî tê binpêkirin. Serlêdanên me yên Tirkiye û qada navneteweyî heta niha tu encam nagirtine. Wekî ku tecrîd tê qebûl kirin hebe. Ev me dixe nava fikaran. Ji ber vê yekê divê di serî de parazvanên mafên mirovan û saziyên sivîl ên civakî xwedî helwestek tund û zelal bin. Ji ber ku şert û mercên muwekilê me gelek gelek giran e û ev nayê qebûl kirin. Niha rejîma ku tecrîd vegerandiye îşkenceyê heye. Muwekilê me 13 sal in li Îmraliyê di bin îşkence û tecrîdê deye. Divê bi lezgîn ev pêkanîna tecrîda giran bi dawî bibe. Ji ber vê yekê em bang li parlementeran, parezvanên mafên mirovan û hemû cemaweriyê dikin ku peywira xwe ya dîrokî û rola xwe bi cih bînin û bêdeng nemînin." 

ÎBRAHİM ASLAN / M. ŞAH ORUÇ - DÎHA/STENBOL




'Bila li Îmraliyê heyetek serbixwe lêkolînê bike'

Serokê Şaxa TUYAD-DER'ê ya Wanê Ahmet Aygun, diyar kir ku ew êdî ji tenduristî û ewlehiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bifikarin. Aygun, xwest heyetek serbixwe bê avakirin biçe li Îmraliyê lêkolînan bike. Serokê Şaxa TUHADER'ê ya Edeneyê Ahmet Dogan jî anî ziman ku, li Îmraliyê polîtîkayên taybet ên tecrîdê tên meşandin û xwest ev polîtîka bi dawî bibe. Ahmet Dogan, bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wiha got: "Tecrîda li ser Birêz Ocalan tê meşandin li ser me tê meşandin. Divê girtîgeha Îmralî girêdayî Wezareta Dadê be." Dogan, bal kişand ser rewşa girtiyên siyasî û anî ziman ku gelek girtî di sînorê mirinê de ne. Dogan xwest rewşa wan jî li ber çavan bên girtin û girtiyên nexweş serbest bên berdan. 

WAN/EDENE