“Yekîneyên polîsan bi fermana 9’mîn Dozgeriya Komarê ya Stenbolê di 20’ê kanûnê de li 7 bajaran di serî de li dijî buroyên Ajansa Nûceyan a Dîcle, Ozgur Gundem, Azadiya Welat, Çapxaneya Gun, Kovara Modernîteya Demokratîk û Etîk Ajansê operasyon pêk anî. Di operasyonê de hemû hard disk, gelek wênekêş û arşîva ajansa me DİHA hate desteserkirin. Ji 49 rojnamger hatin binçavkirin jê 36 rojnameger hatin girtin. Ev yek bû sedena berdekên her alî. Hem saziyên sivîl ên civakî bertekên xwe anîn ziman û hem jî rojnamegeran li dijî vê yekê bertekên hişk nîşan dan. Edîtorê Rojnameya Agosê Pakrat Estukyan, bertek nîşanî girtina rojnamegeran da û ev operasyon şermezar kir. 

‘Êrîş zêde bûne’

Rojnameger Estukyan, anî ziman ku li Tirkiyeyê bi girtina siyasetmedar, parêzer, nênerên saziyan û herî dawî bi girtina rojnamegeran azadiya raman û îfadeyê têk çû û wiha got: “Êdî kes xwe de ewlehiyê de nabîne. Di demê dawî de girtinên tevahî, zextên li ser kurdan zêde dibin. Dixwazin perdeyek reş bikişinin ser Tirkiyeyê. Îro kurdên ku daxwazên xwe tînin ziman û kesên piştgiriyê didin van daxwazan rastî girtin, binçavkirin û zextan tên. Mixabin tundiya li dijî parazvanên xwezayê û li dijî HES’ê yên li Derya reş jî nesîbê xwe ji vê yekê degire.” Estukyan, destnîşan kir ku ji serdema komarê heta niha çanda tundî û zextê pêş ketiye û her ku diçe fireh dibe. Ertukşan, da zanîn ku li Tirkiyeyê makenîzmeya tariyê pêş ketiye û her uk diçe her kesî dixwe ber pêlên xwe. Ertukyan, anî ziman ku heta ku ew sax bin dê rastiyê binivîsin û tariyê ronî bikin. 

‘Hiqûq li ser cudakariya nijadî ava bûye’

“Ertukyan, destnîşan kir ku li Tirkiyeyê heta niha gelek kes ji ber ku destê wan bi ax bûn bi hinceta kevir avêtiye polisan hatin binçavkirin û girtin û wiha axivî: “Ger ku gumana vê rastiyê hebe jî divê wekî delîl neyê nîşandan. Li Tirkiyeyê hişmendiya ku zarokên 12-13 salî davên girtîgehê heye. Kesên pirtûkan dinivîsin j^Fi wekî terorîst tên dîtin û kesên nivîskar û rojnameger jî wekî terorîst tên dîtin. Li tirkiyeyê her kes tên binçavkirin û girtin. Zarok tên girtin, 3-4 salan girtî tên darizandin. Zarok rastî 11 sal cezayan tên.

Estukyan, destnîşan kir ku hişmendiya Hrant Dînk kuşt, niha jî rojnamegeran binçav dike û digire û dîsa bê hikum dike û wiha axivî: “Dînk, ji ber nasnameya xwe ya ermenî hate kuştin. Mixabin çapemeniya alîkir êdî ji rastiyê û sincê çapemeniyê dûr ketiye. Li dijî rastiyê û sincê civake nuceyan pêşkeşî civakê dike. Li gorî fermana hikûmetê û cemaetê tev digere û ser rastiyan bincil dike. Berovajî pêxkêş dike.”

DÎHA/STENBOL