‘20 sal in çavê min li rê bû’
Dayika Ural Şerîfe Ural, jî anî ziman ku kurê wê ji aliyê dewletê ve hatiye kuştin û dilê wê vê yekê ranake. Dayika Ural Şerîfe Ural, bi dilekî dilkovan axivî û wiha got: „Wehabê min di sala 1978’an de tev li gêrîlla bû. Salek şûnde li Çemê Şkestûnê hate binçavkirin û girtin. Heta sala 1986’an li Girtîgeha Amedê girtî ma. Rastî hemû îşkenceyê giran ma. Bû şahidê çalakiya Ferhat, Mahmut, Mazlûman. Ew ji bo azadiya gelê xwe ji bo her tiştî amade bû. Piştî serbest hate berdan û beşdarî PKK’ê bû û bû şervanê azadiyê. Ev 20 salin her roj çavê min li rêyan e. Em ji ber zextên dewletê ji Nisêbînê koçber bûn û hatin li navçeya Çinara Amedê bi cih bûn. Xwezî me her sal tundî bidîta û kurê min şehît neketa.“
DÎHA/AMED