
Tevgera leşkerî ya li Çelê ya Colemêrgê ji aliyê gerîlayên HPG'ê ve hate destpêkirin û mîna 'Operasyona Şoreşgerî' tê binavkirin berdewam dike. HPG'ê ragihand ku di çalakiyan de gelek leşker hatine kuştin û kontrola herêmê di destê gerîlayan de ye. HPG'ê diyarkir ku di şer û pevçûnên derketine de heta niha 14 gerîlayan jiyana xwe ji dest daye.
HPGê ragihand ku di çalakiyên gerîlayan de gelek amûrên leşkerî hatine rûxandin.
Navenda Ragihandin HPG'ê BIM'ê aşkere kir ku li qereqola Rindikê ya ji aliyê gerîlayan ve hate bidestxistin de gelek amûr û çekên leşkerî ji aliyê gerîlayan ve hatine tine kirin. Têkildarî amûrên leşkerî ên hatine tinekirin de BIM'ê ev agahî dan: "Di 4'ê Tebaxê de di çerçoveya tevgera şoreşgerî ya li Çelê ya Colemêrgê de gerîlayên me qad xistiye bin kontrola xwe û hêna jî herêm di bin kontrola gerîlayên me de ye. Ji bilî êrîşên hewayî û ambûlansên şandine herêmê tu tevgera dijmin li qadên çalakiyê pêk ne hatiye. Gerîlayên me li Qereqola Rindikê 20 çek desteser kirin. Ji bilî van bi dehan çekên nîvotomatîk ên A4, çekên tam otomatîk ên MG3, çekên hawanê, BCK û çekên ferdî ji aliyê gerîlayên me ve hatin texrîb û tine kirin."
Ji gerîla Jîn çalakiya fedaî
Di daxuyaniya HPG'ê de hate ragihandin ku gerîlaya bi navê kod Jîn di dema şer de çalakiya fedaî pêk aniye û di encama çalakiya fedaî de bi dehan leşker hatine kuştin. Di daxuyaniyê de têkildarî çalakiya fedaî ev agahî hatin dayin: "Gerîlayama Jîn ku di dema şer de bi giranî birîndar bû bûye xwedî sekn û helwesteke qehremanî û di encama çalakiya wê ya fedaî de gelek leşker mirine û gelek jî birîndar bûn. Ji bilî wesayitên hatibûn îmha kirin û doh hatibûn ragihandin panzêra dijmin a li girê Qereqona Rindikê tevî 8 leşkerên têde ji aliyê gerîlayên me ve hate tine kirin."
7 gerîlayên din jiyana xwe ji dest dan
HPG'ê ragihand ku di roja yekemîn a şer de 7 gerîlayan jiyana xwe ji dest dabû. Her wiha hat ragihandin ku di şer û pevçûnên berdewam kirin de 7 gerîlayên din jî jiyana xwe ji des dane. HPG'ê ragihand ku di demên pêş de wê derbarê nasnameya gerîlayan de daxuyaniyekê bi raya giştî re parve bikin.
Çalakiyan berdewam kir
HPG'ê ragihand ku çalakiyên gerîlayan ên li herêma Çelê pêr û doh berdewam kirine. Her wiha careke din hate bibîrxistin ku herêm di bin kontrola gerîlayan de ye û ev agahî hatin dayin: "Di 5'ê Tebaxê di navbera saet 17:00 û 21:00'ê de Tugaya Çelê, Tabûra Êrîşê û Alaya Bilicanê ji aliyê gerîlayên me ve hatiye xistin. Gelek avahî û çeperên leşkeran hatine darbe kirin. Hejmara wendahiyên dijmin ne hate zelal kirin. Di 6'ê Tebaxê de jî barega leşkerî ya Girê û Alaya Bilicanê careke din bûye hedefa gerîlayan. Hejmara zelal a wendahiyên artêşa Tirk ne hate tesbît kirin. Piştî van çalakiyan herêm ji aliyê hêzên dewletê ve bi hawan û obusan hate bombebaran kirin. Kontrola herêmê hêna di destê gerîlayan de ye."
HPG'ê di daxuyaniya xwe de ragihand ku leşkerên xwestine rêya navbera Çelê-Colemêrgê bigirin bûne hedefa yekîneyeke gerîliyan. Hat ragihandin ku di çalakiyê de panzêrek hatiye darbekirin û gelek wendahiyên leşkeran çêbûne. HPG'ê diyarkir ku pêr di saetên nîvro de hêzên artêşê ku xwestin rê bigirin bûne hedefa gerîlayan.
TSK qadên sivîl bombebaran dike
Artêşa Tirk ku li herêma Şemzînanê kontrol ji dersê wê derketiye bê navber herêmê bombebaran dike. Hat ragihandin ku qadên sivîl jî dibin hedefa êrîşên artêşê. Têkildarî qadên hatine bombebaran kirin ev agahî dan: "Di 5'ê Texabê de di saetên êvarê de gundên Gostê, Nirkola Bozdagi, Ranya Pirê, Masîro û gundên Nirkola Jêrîn, Nîrkola Navîn bûne hedefa bombebarana hawan û obusan a artêşa Tirk a dagirker. Di encama bombebaranê de gelek zevî bû bexçeyên gundiyan zirar dîtine."
Nasnameya du gerîlayan aşkere bû
HPG'ê nasnameya du gerîlayên ku di şerê 3'ê Tebaxê li Şemzînanê pêk hat de jiyana xwe ji dest dan aşkere kir. HPG'ê beriya niha ragihandibû ku du gerîlayan jiyana xwe ji dest daye. Derbarê nasnameya gerîlayan de ev agahî hatin dayin:
Kudbettin Dallaimilan (Şahan Rojhilat) ê ji Mako ya rojihalatê Kurdistanê û Serbest Gümüş (Şahîn Karker) ê ji Kop a Mûşê.
Li Bazîdê 2 leşker hatin kuştin
Gerîlayên HPG'ê li Bazîd a Agiriyê li dij qereqola Serêkanî çalakiyek pêk anîn. Di çalakiyê de 2 leşker hatin kuştin. HPG'ê ragihand ku çalakî di 4'ê Tebaxê de pêk hatiye û qulube û nebedarên dergehê qereqolê bûne hedef û di encamê de 2 leşker hatine kuştin.
Li dijî xeta petrolê çalakî
Xeta petrolê y'a BOTAŞ'ê ku di herêma navbera Midyad û Hezexê re derbas dibe ji aliyê gerîlayên HPG'ê ve hate sabote kirin. HPG'ê ragihand ku çalakiya sabotajê pêr saet di 22:00'ê şevê de pêk hatiye.
DEMHAT TOLHILDAN / ANF/BEHDÎNAN