‘Divê Kurd xwe nas bikin’
Xaşêzade wiha dest bi axaftina xwe kir: “Dîroka Kurdistan pir kûr û fireh e. Bi rastî Kurd dîroka xwe nizanin. Dewletên dagirker jî ji bo ku Kurd dîroka xwe nizanibin her astengî derxistine û her tiştên berovajî û şaş gotine. Ji bo Kurdan her gotine nezan, cahîl û Kurdê bi tirî. Heta van salên dawî jî dewleta Tirk digot Kurd, Tirk in. Her hewldanên wan ji bo ku Kurd xwe nas nekin bû. Lê Kurd xwedî şaristaniyeke, çandeke, zimanekî dewlemend e. Berî tekoşîna tevgera azadî Kurda nizanîbûn bê kî ne û ji ku hatine. Bi tekoşîna tevgera azadî re Kurd bûne bi bîr û bawer lê hîn jî ne têgihiştîneke xurt e. Ji bo vê jî pêwiste ku ciwanên me yî xwendevan û rewşenbîrên me li ser vê bisekinin, pir girîng e. Ji ber ku kesekî ku dîroka xwe nizanibe, nikare xwe jî nas bike. Mirovekî ku xwe nas neke, nikare civaka xwe, çanda xwe û erdnîgariya xwe bizanibe, nas bike. Eger perspektîva zanîn a ciwana hebe, wê xwedî derketin jî hebe“.
Her wiha Mamoste Ömer li ser giringiya axê jî sekinî û ji mîtolojiya Yewnanan mînaka Antonius da û wiha got:“ Piştî ku Herkules Antonius ji axê qut kir, tu qeweta wî nema. Kurd jî wiha ne. Eger Kurd ji çanda xwe, zimanê xwe, dîroka xwe qut bibin nikarin bibine tiştek û tiştekî wan jî namîne. Ji bo vê ax ji bo Kurdan gelekî girîng e. Kurd kî ne, ji ku hatine, dîroka wan, erdnîgariya wan hwh. eger em van nizanibin, em nikarin bêjin em hene“.
‘Zimanê Kurdî mê ye!’
Mamoste Ömer ji bo ku dîroka Kurda ji kengî ve destpê dike baş bê famkirin, bahsa sê merhelên girîng weke: Paleolotîk, mezolitîk û neolotîk kir. Kurd li ku jiyane, pêşiyên Kurda kî ne û çi kirine, qewmê wan çi ye berdewam kir. Her wiha Mamoste Ömer li ser girîngiya rola jinê di nav civaka Kurd de sekinî û got:“ Ji ber ku jin nikare biçe bistanan, ji ber ku zarokan tinê ew jî di cihê xwe de çandiniyê dike. Ajalan nakuje, wan xwedî dike. Jin her sêrkêşî, rêberti kiriye, ji destpêkê heya neha. Jin her bi aştiyane û wekhevî ev rêbertî meşandiye. Ji sedî 70’yî zimanê Kurdî jî mê ye, ji ber ku ê destpêkê çandinî kiriye,çandiye jin e“.
Di dîroka Kurdan de rola yekîtî û serokatiyê
Her wiha Mamoste Ömer li ser felsefa Zerduşt û ola zerduştî sekinî û got: “Kurd bi zora Ereban, di 640’î de bi şûrê zorê dibine misilman. Artêşa Ereban bi rêka dîn dixwazin Kurdistanê bikine dest xwe. Ên çiyayî zerdeştî dimînin û ên bajarî jî dibine misilman. Piştî vê Kurd dişkin û difaqa wan bela dibe. Îslama Hz. Muhammed dikeve destê ên ne misilman, mîna neha Erdogan, Ahmedinejad û hrd.. Bi îslama siyasî mêtîngeriyê dikin. Piştî ku Kurd bi şûrê zorê dibine misilman, hew tifaqa wan çê bû û ji hev bela bûn. Di 70 serhildanê Kurdan de, biçûk û mezin, ji ber ku yekîtî tune bû, bi ser neketi ne. Ji nebûna serokatî û yekîtiyê, nebûn e xwedî maf. Tekoşîna PKK’ê jî li ser van esasan ava bû. Ji bo wê jî têk naçe. Ji ber ku serokatiyeke rast heye. Dîroka Kurda, dîrokeke ku mirov bizanibe û siberoja xwe avabike ye“. Pistî axaftina Mamoste Ömer, bi pirsên beşdarvanan semîner bi dawî bû.
EVÎN AKSOY/ DORTMUND