Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di 23’ê Tîrmehê de li Colemergê di navbera navçeya Şemzînanê û herêma Gerdiyayê li dijî gerîlayan yê heta 24’ê Tîrmehê jî li vê herêmê kontrola rê û nasnameya dikirin ji aliyê artêşa “dagirker” a Tirk ve operasyonek hatiye lidarxistin û wiha hat gotin; “Di saet 15.30’an de li dijî vê yekîneya dijmin ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin.”
HPG’ê got; “Di encama çalakiya li nêzî girê Senala hate lidarxistin de 14 leşkerê dijmin ji aliyê gerîlayên me ve hatine kuştin. Di saet 17.00’an de jî li dijî yekîneyeke xwestiye were vê yekîneya di bin dorpêça gerîlayên me de maye rizgar bikin de ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de 3 leşkerê dijmin ji aliyê gerîlayên me ve hatiye kuştin. Pevçûnên li vê herêmê heta saet 19.30’an berdewam kir de 13 leşker hatin kuştin.”

4 gerîlayan jiyana xwe ji dest dan 

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê got; “Di hemû pevçûn û çalakiyan de bi giştî 30 leşker hatine kuştin. Dijmin piştî tarî bikeve di saet 21.00’an de kuştî û birîndarê xwe bi helîkopterên skorskyan ji herêmê dûr xistiye. “
Di daxuyaniyê de hat gotin; “Li herêmê di encama bi balefirên şer, helîkopterên kobrayan, bi hewan û obusan de bi dijwarî bombebaranê û di pevçûnan de 4 rêhevalên me gihîştiye şahadet.”

Li Gewerê helîkopter hate xistin  

HPG’ê got; “Di 24’ê Tîrmehê di saet 12.00’an de li navçeya Gevera Colemergê li dijî karwaneke ji qereqola Şitazin re erzaq û alavan vediguhezîne ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiya hatiye lidarxistin de hemû wesayitan derbe xwariye wesayitek jî hatiye rûxandin. Li vir hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyên me ve nehatiye zelalkirin.”
Di berdewama daxuyaniyê de hat gotin; “Di 24’ê Tîrmehê de di navbera saet 12.00-19.30’an de li navçeya Şemzînana Colemergê li dijî Fermandariya Tûgayê ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me nehatiye zelalkirin. Li heman herêman pevçûnên di navbera gerîlayên me û dijmin de hîn jî berdewam dikin.” 

Ji gerîlayê YJA-STAR çalakî  

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê dar barê çalakiya gerîlayên jin ên YJA-Starê de jî ev agahî da; “Di 24’ê Tîrmehê de di saet 17.00’an de li navçeya Şemzînana Colemergê li dijî Tabûra Garê ji aliyê gerîlayên me yê YJA Starê çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin. Piştî çalakiyê dijmin derdora cihê çalakiyê bi hewan û obusan bombebaran kiriye.”

Li Qelqeliyê leşkerek hate kuştin  

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê der barê pevçûna li navçeya Qelqelya Wanê de jî ev agahî da; “Di 24’ê Tîrmehê de di saet 14.00’an de li navçeya Qelqeliya Wanê li nêzî qereqola Axukê di navbera gerîlayên me û leşkerên artêşa dagirker a Tirk de pevçûnek qewimiye. Di encama vê pevçûnê de leşkerek dijmin hatiye kuştin.”

Li Erdexanê gerîlayekî jiyana xwe ji dest da  

Di berdewama daxuyaniyê de hat gotin; “. Di 24’ê Tîrmehê de di saet 01.00’an de li navçeya Goleya Erdexanê li nêzî herêma Tîlkîdereyê di navbera gerîlayên me û leşkerên artêşa dagirker a Tirk de pevçûnek qewimiye. Di encama vê pevçûnê de gerîlayêkî me gihîştiye şahadetê.”
HPG’ê diyar kir ku di 25’ê Tîrmehê de di saet 00.00’an de heta pîştî nîvro li Herêmên Parastinê yên Medyayê li Sîdeka li dijî Gundên Navreza, Nîrkola, Nehrê û Bêgirdê yên bi ser Xakurkêne ji aliyê artêşa “dagirker” a Tirk bi balefirên şer hatiye bombekirin û got; “Di encama vê êrîşê de rez, zevî û behçeyên gundiyan zirar dîtiye herweha gundî naçar mane dest ji cîh û warên xwe berdin.”

ANF/BEHDÎNAN